KOÇBERAN LI ŞÛNA SOPASDARIYÊ BERHEMÊN ZEYTÛNAN DIZÎN

29 September 2016 11:16 am 179 Views

RIHAB NEWS – R N A

Koçberên kampa bajarokê Etma bi destekdayîna çeteyên koalisyona niştîmanî berhemên 17 hezar darên zeytûnan ên herêma di navbera navçeya Cindirêsê û parêzgeha Idlibê de, dizîn.

Koçberên kampa bajarokê Etma ya girêdayî parêzgeha Idlibê bi destekdayîna çeteyên koalisyona niştîmanî, darên zeytûnan ji herêma di navbera navçeya Cindirêsê û Idlibê dizîn. Beriya du salan jî berhemên darên zeytûnan ên şêniyên gundê Dêr Belût û Dêwa yên girêdayî navçeya Cindirêsê dizîn.

Koçberên kampa bajarokê Etma ev sê salin bi alîkariya çeteyên koalisyonê û Cebhet El-Nusra yên li Idlibê bi cih dibin, berhemên darên zeytûnan ên şêniyên gundê Dêr Belût û Dêwa didizin.

Şêniyên gundê Dêr Belût û Dêwa dema ku dixwazin biçin zeytûnên xwe kom bikin, çete wan gulebaran dikin û nahêlin ku zeytûnên xwe berhev bikin.

Dema ku koçberên kampa bajarokê Etma diçin zeytûnan kom dikin çete bi wan re diçin û parastina wan dikin.

Darên zeytûnan ên ku şêniyên gundê Dêr Belût û Dêwa nikarin kombikin 17 hezar darin.Qaziqlî Cemîl ê ji gundê Dêr Belût got ku çeteyên Koalisyonê dest danîne ser 2000 darên wan. Çeteyan kamp fireh kirin û 300 darên zeytûnan qut kirin. Ev sê salin koçberên kampê berhemên daran didizin. Em nikarin nêzî erdê xwe bibin, ji ber ku çete guleyan davêjin. Ev sê salin me berhemê mûsima zeytûnan wernegirtiye.”

Kampa bajarokê Etma dikeve başûrê rojavayê navçeya Cindirêsê. Her ku kampa bajarokê Etam fireh dibe, ji erdên şêniyên gundê Dêra Belût tê xwarin.