IBRAHÎM HEQÎ YÊ ERZRÛMÎ KIYE

12 September 2016 2:06 pm 95 Views

RIHAB NEWS – R N A

Îbrahim Haqî yê Erzirumî, di sala 1703’an da li Hesenqelê, navçeya Erzirum’e, hatîye dinê û di sala 1780’ê da jî li Tilo-Sêrtê çûye ber rihma Xwedê.

Jîyana Îbrahim Haqî bi piranî li Tilo derbas bûye.

Navê bavê wî Mele Osman e. Gor hinek çavkanîyan tê gotin ku Mele Osman bi eslê xwe ji Tilo ye û hatîye li Hesenqelê meletî kirîye. Îbrahîm Haqî jî li Hesenqelê hatîye dinê.

Di hinek çavkanîyan da jî tê gotin, Mele Osman bi eslê xwe ji Hesenqelê ye û pişt ra çûyê Tiloyê û li wir ketîye xizmeta Îsmaîl Fakîrullah Tiloyî.

Mixabin koka wî ji kîderê tê bila bê. Lê rastîyek heye ku, ew jî, Îbrahîm Haqî ji Hesenqeleyîyan ne razîbûye. Ji ber vê yekê ye ku wî mirovên ji Hesenqelê wek (Kör Qalali) kor binavkirîye.

Îbrahim Haqî, di piçûktîya xwe da dîya xwe winda dike. Bi bavê xwe ra diçe Tilo, li wir ji Hazretî Îsmaîl Fakîrullah dersê digre.

Di dema Sultan Mahmûdê Yekemîn de diçe Îstenbolê û di kitêbxaneya Serayê da dest bi karê lêkolînên zanistî dike. Di warê zanistîda pirtukan dinivîsîne.

Pirtûka wî ya herî muhîm Marîfetname ye. Îbrahîm Haqî di vê kitêba xwe da li ser zanayîyên nû û kevn disekine.

Mârifetnâme, di dema xwe da wek ansiklopediyek zanistî tê binavkirin.

Îbrahîm Haqî, di Marifetnâmeyê’de ji astronomiyê hata sosyolojiye, ji biyolojiyê hata fizikê, ji ilmê psikolojiye, hata tasavvufê, bahsa her tiştî dike.

Mârifetnâme bi zimanek paqiş hatîye nivîsandin û vegotina wî jî gelek zelal û xweş e.

Marifetnâme qasî ku kitebek îlmîye, ewqas jî kitêbek gelêrî ye.

Di hebanê hemû kesan da ji Marifetnâmeyê hevokek he ye.

Mârifetnâme ji 1166 rûpelan pêk tê.

Di Marîfetnameyê da hinek temîyên ji beşa edebê ku, ew temî di jîyanê da jî sir’ên serkeftinê ne.

Rastî xilasbûne

Ey ezîz!

Heger diaxifî rast biaxife.

Rastî keramet e.

Derew tişteki xirab e.

Rastî xilasbûne.

Mirovê derewçîn û hîlekar şeytan e, lakîn di xûyakirinê da mirov e.

Mirovê ku derewan dike, xêra wî ji kesî ra tune.

Peyvên vala û henekên vala zirarê dide mirovan.

Bi derewan emrê mirov vala derbas dibe.

Ji xeyb û derewan dûr bisekine, ew mirovan ji Xwedê dûr dixîne.

Zimanê kê xweş be, dostê wî zêde dibe

Ziman terazîya mirovan e, alim û cahîlan ji hev vediqetîne.

Mirovê mumîn xwedî însaf e.

Mirovê bi exlaq, nerm diaxife.

Zimanê şêrîn û selam dibe sebebê hezkirinê.

Zimanê kê şêrîn be, dostê wî jî zêde ye.

Kî lêborîna xwe dixwaze, wan bibaxşîne.

Mirovê ku Xwedê nas dike, bibaxşînîya xwe ji mirovan dixwaze.

Kî lêborîna xwe dixwaze, tu jî wan bibaxşîne.

Hata ku ji destê te tê efukar be, kesî şermezar neke û kemasîyên wan nebîne.

Mirovê baş nexşa jîyanê ye.

Mirovên xirabî û çêhîyê dikin wan yek negre.

Duayê xwe ji kesênçêhîyê dike ra kêm neke.

Yên ku çêhîyê ji bîr dikin û xirabîyê ji bîr nakîn, dost nînin, neyar in.

Hevalê baş nexşa jîyanê ye.

Mirovên mumîn sernerm in.

Mirovên mumîn sernerm û rûnerm in.

Îlim esasê xuyê baş e.

Mirovê ulumdar, bê hêrs û bi tahamul e.

Zekata hîlmê, rêvebirina baş e, zekata îlim perwerdekirina mirovên baqil e.

Nexşa îlmê hilm û riza ye, nexşa hilmê tahamûlkirina ezîyetêye.

Nexşa qudretê însaf û edalet e, nexşa nîmetê, zîyaret e.

Mirovê baş ji kêmasîyê ra jî şukir dike.

Xwemezin dîtin, esasa telefbûnê ye.

Qeneat esasê hêsanîyê, tematî jî felaketa feqîrîyê ye.

Muxalefeta dijberi mirovê baqil mirovan mehçûp dike.

Bersiva baş ewe ku nadî exmeqan.

Mirovê baş, ji kêmasîyê ra jî şukir dike, mirovê xirab ji piranîyê jî têr nabe û wî xirab bikartîne.

Mirovê baş, pirsa ku daye tîne cîh û yên di pirsa xwe da nasekine, wan efû dike.

Bi lavakirinê mirov nêzikî Xwedê dibe, bi tişt nexwestinê jî nêzikî mirovan dibe…

Bi mirovên xesîs û tirsonek ra nekeve şewrê

Şewr ji te ra rihat e, rawêj (îstîşare) merhamet e.

Bi mirovên xesîs û tirsonek ra nekeve şewrê.

Mirovê çê namûasa xwe bi malê xwe, mirovê xirab jî malê xwe bi namûsa xwe diparêze.

Alîkarîyê bike ku bila şûnda li te vegere

Alîkarîyê bike ku bila şûnda li te vegere.

Kî ji te ra xirabî kir, tu ji wî ra xirabîyê neke ku bila deyndarê te be.

Pirsa ku tu jê eciz nabî, wi ji kesên din ra bêje.

Ji mirovên mezin ra hurmetê bigre ku bila piçûk jî ji te ra bi hurmet bin.

Heger te ji mirovê çê ra ixanet kir, xwe ji wî biparêze.

Ji mirovê xirab ra çêtî kir, xwe ji wî jî biparêze.

Xizneya herî mezin, hezkirina ji dil e

Heger te ji hinek kesan xuyê xirab dît, ji wan dûrkeve.

Hezkirin ji camêrîyê te.

Camêrî jî dewlemendî û hêsanî ye.

Camêrî nexşa mirovan e.

Bi şikurkirinê rizk zêde dibe, bi zimanê xweş hertişt hêsan dibe. .

Xuyê çê nametê Xwedê ye

Xuyê çe hevaltîya çê ye.

Xuyê çê nametê Xwedê ye.

Xuyê çê mirovan bextîyar dike, dikamilîne.

Têkilîyên xwe bi mirovan ra wusa bike ku, tu çûyî derekî bila bîrîya te bikin.

Dema ku tu mirî, bila li pê te bigrîn û ji bîr bînin.

Sebebê ji hevqetandinê dûbendîtî ye.

Sebebê feqîrîyê jî îsraf e.

Danustandina kê bi mirovan ra baş be, hemû kêmasîyên wî tên veşartin

Bi malê xwe ra camêr, bi sir’ên xwe ra xesîs be ku, malê xwe bidî dibî ezîz, sir’ên xwe bidî dibî zelîl.

Kî ku bi mirovan ra xwedî têkilîya baş be, selametê dibîne.

Kî ku zilm û zordarîyê li kesî neke, kes eyarê wî dibîne.

Danustandina kê bi mirovan ra baş be, hemû kêmasîyên wî tên veşartin, kî ku li kêmasîyên mirovan bigere, yê wî tên sehkirin.

Ji aliman ra hurmet, mezinahî ye

Kî ku temîyan qebûl bike, ji rûreşîyê xilas dibe.

Ji aliman ra hurmet mezinahî ye.

Kî ku ji mirovan ra dafikê bikole, bi xwe dikev dafikê.

Kî ku ji mirovan ra qencîyê bike, ji Xwedê jî qencîyê dibîne.

Kî ku ji mirovan ra spasîyê neke, ji Xwedê ra jî şukir nake

Mrovên ji te razî ra spasîya xwe bikî, camêrîya te zêde dibe.

Mirovên ji te nerazîne, spasîya ji bo wan jî wek hezkirin li te vedigere.

Kî ku ji mirovan ra spasîyê neke, ji Xwedê ra jî şukir nake.

Kî ku li tiştên nemehrem nanêre, dilê wî rihat e

Kî ku ji mirovan fêdî nake, ji Xwedî jî fêdî nake.

Kî ku li tiştên nemehrem nanêre, dilê wî rihat e.

Kî ji te ra pirsan bîne, ji te jî dibe.

Ki ku ji dê û bavê xwe ra îtaet kiribe, ji zarokên xwe jî îtiatê dibîne.

Tiştê ku gel naecibîne neke ku, di derheqê te da îftira neyê kirin.

Jina berbihêr ji du hêsanan yek e.

Jin rihan e, ne egît e, wî neke binê bar û lê nebe bar .

Di cemaatê da tu carî li jorî kesî rûnenê.

Hata ku cemaat te li jor ne de rûnişkandinê, xwe nede jorê.

Bi kurtayî jîyana wî:

Îbrahîm Haqî yê Erzurumî roja 18ê Mayisê sala 1703’an da li Hesenqelê hatîyê dinê. Di piçuktîya xwe da ji Miftîyê Erzurumê Muhammed Hazik dersên Erebî û Farisî digre.

Di sala 1728’an diçe Tiloyê û ew jî wek bavê xwe dikeve xizmeta Îsmaîl Fakîrullah. Sala 1735’an da dema ku Şêxê wî Îsmaîl Fakîrullah wefat dike, ew jî vedigere Erzurumê û di Mizgefta Habib Efendî da dest bi meletîyê dike.

Bi qabîliyet û îlimdarîya xwe bala ulumdaran dikişîne û ji alî Sultan Mahmûd’e Yekemîn va tê dawetkirin û diçe Îstenbolê. Sala 1775’an da carek din vedigere Hesenqelê û dest bi karê nivîsandinê dike. Kitêba xwe ya bi nav û deng, Marîfetnameyê wê demê dinivîsîne.

Roja 22 Tirmehê di sala 1780’yî da li Tilo wefat dike. Li ser wesîyetê wî di tirbeya ku ji bo Îsmaîl Fakîrullah çêkiribu, li war da tê defînkirin.

Îbrahîm Haqî tam 40 kitêb nîvîsandîye. Ji wan yê herî zêde tên zanîn ev in;

Dîwan a Îbrahîm Haqi

Îrfanîye

Mecmuatu’l Meanî

Marîfetname

IKRAM OGUZ JI MALPERA NAV KURD

27.04.2011

ikramoguz@navkurd.net

Têbinî: Min ev nivîs tam 5 sal berê nivîsandibû. Îro di arşiva xwe da li nivîsek digerîyam, ev nivîs derkete pêşîya min. Min careke din xwend û gotinên Îbrahîm Haqî bala min kişand. Sedem vê yekê ez careke din diweşînim û ez bawerim gotinên wî yên bêhempa wê bala we jî bikişîne…

 

Related Posts