HEVSEROKÊ HDP BERSIVA BINALÎ YILDIRIM DA

5 September 2016 12:23 pm 413 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bersiva Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim da, ku têkildarî pêvajoya çareseriyê de de gotibû: “Çareserî mareserî nîne”.

Demirtaş got: “Serokwezîr dixwaze bêje, ku êdî şer û xwînrijandin heye, lê belê HDP jî bi ti awayî wê yekê qebûl nake.”

Îro li bajarê Stenbol a Tirkiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mîtîngek bo aştiyê saz kir.

Piştî mîtîngê, Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di konfranseke rojnamevanî de got: “Ew serokwezîrê ku dibêje, çareserî mareserî nîne, dixwaze bêje ku êdî şer û xwînrijandin heye.

Em bi dengekî bilind dibêjin, ku HDP wê yekê qebûl nake.”

Demirtaş herwiha bersiva Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag jî da, ku îro gotibû, rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan baş e û ti pirsgirêkek Ocalan nîne.

Demirtaş di bersiva Bozdag de wiha got:

“Eger wisa ye, rê bidin ku parêzerên wî û kesûkarên wî serdanê bikin.

Bozdag dibêje ku rewşa Ocalan dikin derfet û bi kar tînin.

Eger behsa bikaranîna derfetê dikî, rê bi wê yekê nede, bila parêzerên wî biçin û serdana wî (Ocalan) bikin.”

Hevserokê HDPê behsa operasyona Cerablusê ji aliyê Artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê de kir û got: “Eger hikûmeta dixwaze îsbat bike ku operasyona wê li dijî DAIŞê ye, bila wê operasyonê ji navxweyê Tirkiyê ve dest pê bike.”

Selahedîn Demirtaş destnîşan kir: “Ez gelek aşkere dibêjim, ne li bakurê Iraqê Herêma Federal a Kurdistanê û ne jî li bakurê Sûriyê Herêma Kurdî ya Rojava, heta îro ti cure dijminatî bi Tirkiyê re nebûne.”

Demirtaş da xuyakirin, ku dostê gelê tirk, gelê Kurd e.

Roja înê 2ê Îlonê Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di civîneke taybet a bo nirxandina 100 rojên destpêkê yên 65mîn kabîneya Hikûmeta Tirkiyê de ragihandibû, ew weke Hikûmeta Tirkiye careke din bi PKKê re narûnin û gotûbêjan nakin.

Yildirim gotibû: “Çareserî mareserî nîne birayê min.

Ew derfet ji dest dan.

Emê wan xayinan di nav xwe û welatiyên xwe de rakin. Berî ku ew rêxistina terorîstî bibe belaya serê wan, em dê welatiyên xwe yên Kurd rizgar bikin.”