DEMSALA PALAEYA KUNCIYAN LI ROJAVA DESTPÊ KIR

19 September 2016 11:28 am 300 Views

RIHAB NEWS – R N A

Şêniyên gundên berava Firatê ya Kobanê piştî xizmeta çend mehan, dest bi paleya mûsima Kunciyan kirin.

Şêniyên gundên li berava Firatê ên Kantona Kobanê piştî xebatên xizmetkirina Kunciyan yên weke avdan, semadkirin û paqijkirina giyayên di nav de ku zêdetirî 3`ê mehan dirêj dike, dest bi palekirina berhemê Kunciyan kirin.

Di mûsima îsal de nêzî 27 hezar donim erd bi Kunciyan hatin çandin û tê texmînkirin ku miqdarê berhemê kunciya bigihêje 2 hezar û 700 tonî.

Cotkarên çandina Kunciyan ên berava Firatê zanin kengî dema çinîna Kunciyan e, dema ku darikê Kunciyan ber zerî dibe û pelên wê diweşin dest bi çinînê û paleyê dikin. Piştre kom bi kom li ber rojê didin ber hev û serê darikên Kunciyan jî ber bi jor ve dikin da ku piştî zuha bû tovê Kuncî, neweşin û winda nebin.

Piştî 10-15 rojan li ber tava rojê dihêlin û zuha dibe. Li ser şalekê diqulêbin û serê darikê Kunciyan ber bi jêr ve dikin û dawdişînin, vê dawşandinê didomînin heta paqij dibe û paşê li bêjingê dixin û paqij dikin û ji bo firotinê dikin torbeyan.

Ew çopa ku ji ber dimîne hin caran Kuncî têde dimînin, hin malbat diçin efarê dikin û ji xwe re Kunciyên di nav çopa darikan de dimînin berhev dikin û bi pereyên hindik difroşin.

Li gor agahiyên cotkaran dane destnîşankirin, dibe ku rêjeya berhema mûsima îsal a Kunciyan li kantonê bigihêje 2 hezar û 700 ton. Ev yek jî li gor salên berê baş e. Ji aliyekî din ve cotkaran dan xuyakirin ku mesrefa mûsima Kunciyan li gor tiştên din kêm e û berhema wê jî zû digihêje.JEDER ANHA

demsala-palaeya-kunciyan-li-rojava-destpe-kirv3

demsala-palaeya-kunciyan-li-rojava-destpe-kirv2

Related Posts