BALAFIRA IRAQÎ HECIYÊN KURD LI MEKKÊ HIŞTIN

20 September 2016 12:48 pm 165 Views

RIHAB NEWS – R N A

heciyên Kurd li Erebistana Siûdiyê ji ber ku di dema xwe de negihîştin firokxaneyê li wê derê man.

Rêveberê Pêwendî û Hevjiyana Olî li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Merîwan Neqişbendî diyar kir ku duh bi şev yekemîn karwanê heciyên Kurdistanê gihîştin Hewlêrê lê 21 li firokxaneya Cideyê ya Erebistana Siûdiyê man.

Merîwan Neqişbendî diyar kir ku ew 21 heciyên navborî hêj li firokxaneya Cideyê li benda hatinê ne.

Îsal ji Herêma Kurdistanê 3 hezar û 650 kes ji bo ferza hecê çûn Erebistana Siûdiyê.

Yekemîm karwana heciyên Herêma Kurdistanê 17ê Îlonê vegeriya.JEDER RUDAW