ALMANIYA SÎNORÊ XWE BI AUSTURYAYÊ RE JI BO DEMEK DIN GIRTÎ DIHÊLE

22 September 2016 10:43 am 491 Views

RIHAB NEWS – R N A

Wezareta Karên Hundir a Elmanya da xuyakirin ku dikarin ji nû ve dema kontrolên sînor ku bi taybet ji sala 2015’an ve li sînorê Awûstûryayê zêde bûye, dirêj bikin.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê Thomas de Maîzîere ku dema serdana Partiya Yekgirtina Xrîstiyan Sosyal a Meclîsa Eyaletê ya Bavyerayê kir axivî, peyam da ku wexta kontrolên sînor ên sala bihurî piştî koçberiya penaberan dest pê kir, dikare bê dirêjkirin. De Maîzîere got ji encamên kontrolên sînor ku wê di meha Mijdarê de dema wê tijî bibe û asta zêdebûna kontrolan ne kêfxweş e, da xuyakirin ku wê ev kontrol ji nû ve bên dirêjkirin.

Thomas De Maîzîere îdîa kir ku kontrolên ku zêdetir li sînorê Awûstûryayê zêde bûne ‘di rewşe heyî’ de pêwîst e, anî ziman ku ne alîgirê kontrolên sînor ên welatên endamên Hevpeymana Schengenê ye. De Maîzîere dubare kir ku ji bo vê jî divê YE kontrola sînorên xwe yên derve ‘hê bi bandortir’ bike.

Kontrola sînoran a sala bihurî dest pê kir, meha Gulanê ji hêla Thomas de Maîzîere ji bo 6 mehan hatibû dirêjkirin. Di mijara kontrolên sînor jî zextên CSÛ bi bandor bû.