AGIRBESTA SÛRÎ JI ALÎ RÊJÎMÊ VE HATE BI DAWÎ KIRIN

21 September 2016 1:27 pm 155 Views

RIHAB NEWS – R N A

Rejîma Sûriyê ragihand ku agirbesta li Sûriyê hatibû ragihandin bidawî bû.

Duh piştî derbasbûna 7 rojan li ser agirbesta ku li Sûriyê hatibû ragihandin, rêjîmê daxuyand ku agirbest bi dawî bû.

Daxuyaniye rejîmê piştî ku balafirên şer ên Amerîka baregeh û nuqteyên leşkerên hêzên rejîmê li Dêrazorê bombebarandin hat.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry li ser mijarê da zanîn ku ev hevpeyman di navbera Amerîka û Rûsiyeyê de ye, ji lewra ew li benda daxuyaniya fermî ya Rûsiyeyê ne.