SEKRETERÊ YNK BERHEM SALIH ÇÛ TEHRANÊ

8 August 2016 3:00 pm 409 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Êvariya îro şandeke YNKê gihîşt Îranê û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax jî ragihand, di acendaya şanda YNKê de mijarên aborî û boriya petrolê tine ye.

Şandeke piêlebilind a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih îro gihîşt Tehranê û biryar e li gel rayedarên wî welatî hevdîtinan pêk bîne.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê, Naizm Debax ragihand: “Şanda YNKê dê behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û deverên, pêwendiyên navbera YNKê û Komara Îslamiya Îranê bike.”

Nazim Debax herwiha red kir, ku di acendaya şanda YNKê de behsa miajrên aborî, rakişandina boriya petrolê di navbera Îranê û Herêma Kurdistaê de bê kirin û got: “Ev axavtin ti bingeh nînin, mijara civînan hemû siyasî ye.

Mijarên aborî û rakişandina boriy petrolê pêwendî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heye , ku aliyê fermî yê pêwednîdar bi êv mijarê ve ye.”

Debax destnîşan kir: “Di heyamên borî de piraniya partiyên siyasî serdana Tehranê kirine û li gorî mijar û naveroka wan civînên ku min beşdarî tê de kiriye, YNK dawî partî ye ku diçe Îranê.”

Bi gotina Nazim Debax heta niha ne diyar ku dê kî/ê bi şanda YNKê re bicive û got: “Lê belê bi giştî orfa Îranê bi vî awayî ye ku piştî gihîştina şandeyê karnameyê civînan didin me, lê belê bi dilhêsayî ve dê berpirsên pilebilind li gel şanda YNKê bicive,”

Şanda YNKê ku ji aliyê Berhem Salih ve tê serpireştîkirin, ji endamê Polîtboruya YNLKê Erselan Bayîz, Endamên serkirdatiya YNKê Ednan Hemey Mîna û Şalaw elî sekerî.

Hevem Nazim Debax li Tehranê dê weke endamekî YNKê tevlî civînan bibe.