LI ENDÎWERA DÎRIKÊ TIRKAN SÎNOR DEBAS KIR ÛERD ŞEWITANDIN

27 August 2016 12:21 pm 415 Views

RIHAB NEWS – R N A

Leşkerên tirk ku ev çend roj in, li herêma Endîwerê ya Dêrikê êrîşî sivîlan û mewziyên YPG’ê dikin, vê carê erdê çandiniyê şewitand.

Li gorî agahiyan leşkerên tirk şevê din saet derdora 18.00’an de agir bi erdên çandiniyê yên herêma Endîwarê ku li ser sînorê Cizîra Botan e, xistin.

Şewata ku ji şevêdin ve didome, gihîşt darên li rex Çemê Dîcleyê. Ji ber ku leşkerên tirk welatiyên diçin herêmê gulebaran dikin, tu kes nikare mudaxeleyî şewatê bike.

Her wiha gundiyên li herêmê nikarin biçin nava zeviyên xwe.JÊDER ANHA