HÊZÊN DEWLETA TIRK YA DAGIRKER ERIŞÎ DÊRIKÊ ÇEPERÊN YPG KIRIN

25 August 2016 10:08 am 417 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Êrîşên artêşa Tirk ku îro serê sibehê li Cerablusê destpê kirin, li Dêrikê dom kirin.

Di êrîşa li hemberî noqteyên YPG’ê de şervanek birîndar bû.

Di saetên ku leşkerên dagirker ên Tirkiyeyê li gel komên çeteyan êrîşî Cerablusê kir de, li bajarê Dêrikê yê Rojava jî leşkerên tirk êrîş kirin.

Leşkerên tirk îro mewziyên YPG’ê yên li gundê Endîwerê gulebaran kiri.

Di êrîşê de şervanekî YPG’ê birîndar bû.

Çavkaniyên YPG’ê jî êrîş piştrast kir.