BÎNALÎ YILDIRIM GOT EM BI HEMÛ AWAYÎ STATUYEKE KURD LI SURÎ RED DIKIN

23 August 2016 12:03 pm 302 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ew bi ti awayî rê bi avakirina statuyeke Kurdî li Sûriyê nadin.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yîldirim di konfranseke rojnamevanî de dawî helwesta Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên li Sûriyê aşkera kir.

Bînalî Yildirim got, Enqere biti awayî rê nade statuyeke Kurdî li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) were avakirin.

Yildirim got: “Em bi hemû awayî statuya Kurdî li Sûriyê red dikin.”

Yildirim herwiha daxwaz kir, asayiş û îstîqrar bo welatê Sûriyê bê vegerandin.

Serokwezîrê Tirkiyê herwiha got: “Em daxwaz ji Rûsya, Amerîka û Îranê dikin ku derbarê kirîza Sûriyê de rûpeleke nû vedin.”

 

Related Posts