TEMENKARÊ CIHÛ YÊ HERÎ MEZIN KURD DERKET

23 July 2016 12:50 pm 447 Views

Bi temenê 114 sal “ Zekeriya Beraşî“ wek temenkarê cihû herweha yê Kurd ê herî mezin di dunyayê de tê naskirin.

Zekeriya li bajarê “Beraşî“ ku li başûrê Kurdistanê li ser sînorê Tirkî û Iraqê cîh digire, di sala 1900 ji dayîk bûye, û anha li bajarê Qudsê li Israîlê dijî û Tewratê bi şagirtên xwe re dixwîne ku alîkariya wî di kar û barên wî yên jiyana rojane dikin.

Beraşî ku paşnava xwe ji bajarê ku lê ji dayîk bûye biriye, birayê heyşt xweh û birayan e, şeş ji wan di zaroktiya wî de jiyana xwe ji dest dan û ew û xuşka xwe man, dê û bavê wî di çandinê de kar dikirin û herweha cilên kûltûra Kurdî jî didrûtin. Bavê wî oldarekî cihû bû û ji ber wê jî divabû ku ew u malbata xwe di nava bajar û gundan de hertim bigeryana .

Di sala 1936an de temenkarê cihû û jin û zarokên xwe barkirin û çûn Filistînê piştî rêyek dûr û zehmet , û ji wê çaxê de li wir bi jina xwe ya ku gelekî jê hizdike re dijî û di ber re jî karê xwe di şaredariya Qudsê dike.

Cîhê gotinê ye ku Zekeriya Beraşî yek ji organizatorên yekemîn yên ku komela Cihûyên Kurdistanê li Israîlê afirandin û weşanvanên kovara wê bû.