TARIQ EL HEMÎD REWŞA TIRKIYÊ NIRXAND

21 July 2016 3:10 pm 142 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Nivîskarê Siûdî Tariq El-Hemîd da zanîn ku Tirkiyeyê di pêvajoyeke şerê olperest ê xeternak re, derbas dibe.

Rojnameya “El-Şerq El-Ewset” a Siûdî gotara nivîskarê Siûdî Tariq El-Hemîd bi sernivîsa “Tirkiye..gelo ew pevçûn olperest a herî xeternak e?” da.

Di gotarê de, El-Hemîd ev tişt nivîsand “Dema ku hukumeta Tirkiyeyê Fethullah Gulen bi darbeya leşkerî tawanbar dike û gefa ꞌçi dewleta ku parastina Gulen dike ew şerê Tirkiyeyê dikeꞌ li serokwezîrê Tirk xwar, nayê wê wateyê ku em tenê li hember aloziyeke di navbera Tirkeyeyê û Amerîkayê de ne, lê em li herêmê li hember şerekî olperest in.”