LEŞKERÊN TIRK LI DÊRKA MÊERDÎNÊ AGIR BERDAN DARISTANA

13 July 2016 11:45 am 289 Views

RŞHAB NEWS – R N A                         

Li Dêrîkê di encama gulebarana leşkeran de bi dehan hektar daristanên li herêma Xabê şewitîn.

her wiha li herêmên Sîsan û Sîftek jî nêzî 100 hektar daristan şewitîn.

Piştî mudaxaleya ekîpmana îtfaiyeyê û gel agirê ku derketî hat kontrolkirin.

Li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji ber gulebarana leşkeran daristanên ku li herêma Xabê agir derket û bi dehan hektar daristan şewitîn.

Piştî mudaxaleya gel agirê ku derketî hat vemirandin.

Ji aliyê din ve li herêma dikeve navbera gundikên Mezra Jor, Sîsan û Sîftek jî ji ber sedemek ku nehat zanîn agir derket û ji aliyê ekîpmana îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Gerînendetiya Daristanan û gel ve tê vemirandin. Mudaxaleya gel û ekîpmana îtfaiyeyê berdewam dike.