JI BER WAN ÊRIŞÊN DAWÎ ALMAN BI ŞIK Û GUMAN LI PENABER DINÊRIN

30 July 2016 2:17 pm 156 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Piştî rêza êrîşên bi xwîn, li Almanyayê nerazîbûna li hember penaberan zêde bûye.

Ev yek jî bûye sedem ku piraniya penaberan bitirsin.

Li Almanya nêzîkê 2 milyon penaber dijîn ku hê navê piraniya wan di belgenameyên fermi de nehatine tomarkirin.

Hinek ji wan xwedan ti nasnameyekê jî nînin.

Ev yek jî dihêle ku xelkê Almanya bi tirs temaşeyî penaberan bikin.

Xelk nizane ka kîjan ji penaberan xwedan hizra tundrewî ye. Hinek jî weke bombeya ji teqînê re amade, temaşeyî penaberan dikin.

Patrîsya rêvebera kampek penaberan e û ji bo wan kar dike. Ew dibêje piştî êrîşa xwekujî ya li bajarê Ansbachê, karên wan sextir bûye.

Êrîşa dawî ji aliyê penebarekî Sûriyeyî ve hatibû kirin. Penaberên li kampan jî nîgeran in ku ji aliyê penaberekî ve ev êrîş hatiye kirin.

Ew dibêjin, beriya êrîşan xelkê Almanya dihate gel wan û rewşa wan dipirsiyan.

Lê niha bi şik û guman li wan dinerin.