IBRAHÎM PAŞA YÊ MILLÎ JI AJANSA RÎHABÊ RE AXIVÎ

5 July 2016 12:36 pm 366 Views

RIHAB NEWS – R N A

Encumena niştimanî Kurdî di dema dawî de ragihand ku wan ji bo Kurdistana Sûryê destûrek ji 132 madeyan amadekirine û her wiha ew ji bo vê destûrê dê li Cinêvê ataoliyayên xebata danasînê li darbixin.

Endamê rêveberya ENKS di derbarê vê Mijarê de ji Ajansa Rihabnews re ragihand ku heya niha ev Piroje mîna atolyayên xebata danasîna vê pirojeyê bi rêve dişe ku li bajarê Cinêvê tê li darxistin bi krdînasyona li gel Ewropa û Emerîka.

Ibrahîm Paşayê Millî ragihand ku ew dixwazin ku Sûrya paşerojê yekgirtî û federal be, lê ew dixwazin ku beşên din ên pêkhateyên Sûrî jî ji vê pirojeyê re erê bikin.

Millî Ragihand ku ewî li gel Hekîm Bişar ev xebat li hin deveran kirine bi armanca danheva nerînên kes û hzên ku li ser erdê şer dikin da ku paşê bi aliyên eleqedar re gotûbêj bikin. Ji ber ku ji niha ve biryardayîna ji bo destorê hîna zû ye lê ew dixwazin gelek nerînan kom bikin.

Ibrahîm paşa her wiha diyar kir ku hejmarek mezin ji Sûryeliyan niha bi federalîzmê bawer in, lê ew hîna negihane encama dawî ku ew federalîzim gerek siyasî an jî îdarî be.

Millî got ku heger aliyan li ser nenavendiya îdarî li hevkir wê ne wekû ya Kurdistana Îraqê be, lê heger wan Nenavenndiya Siyasî hilbijart wê ew mînaka Swîsra û Almaniya be.

Derbarê aloziya ku ev 6 sal in li Sûryê dewam dike jç Ibrahçm Paşa diyar kir ku rêjîma diktator a Sûrî ewqase kuştin kir û li ber çavê cîhanê, lê niha em hemû jî gihand wê baweriyê ku ne rêjim ne jî opozisyon nikarin ji bo Sûrî ti biryarê biidin, biyar di destê hêzên navnetewî de ye.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ENKSê ragihand, ku bo qonaxa dahatî destûrek ji Rojavayê Kurdistanê re amade kiriye, ku ji 132 madeyan pêk tê.

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja sêşemî 5ê Tîrmeh a 2016an de li bajarê Cenevê yê Swîsê workşopekê amade dike û tê de gelek kesatiyên amerîkî û ewropî beşdar dibin.

Workşop dê du rojan berdewam be û dê tê de behsa du xalan bê kirin, ku yek ji wan sîstema federalî ji bo Sûriyê û ya din jî danîna destûrek nû bo Sûriyê ye.

Yek ji mijarên ku dê di wê workşopê gotûbêj li ser bê kirin, amadekirina desûtrek bo Rojavayê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyan, ENKSê jî destûrek ji Rojavayê Kurdistanê re amade kiriye û dê di civîna plankirî de nirxandin li ser bê kirin.

Destûra ENKSê ya bo Rojavayê Kurdistanê ji 132 madeyan pêk hatiye.

Di amadekirina Destûrê de, gelek pisporên Ewropî û Amerîkî beşdar bûne û roja sêşemê heta înê dê bi hev re wê destûrê gotûbêj bikin.

Kesên ku bi ENKSê re destûr amade kirine, şarezayên Ewropî û Amerîkî yên taybet bi destûrê bûne.