HUKUMETA AKP 626 DIBISTANÊN GIRÊDAYI FETHULAH GULEN GIRT

25 July 2016 2:07 pm 198 Views

RÎHAB NEWS- R N A

Berdevkê AK Partî Yasîn Aktay ragihand ku piştî hewldana darbeyê heta niha 10 hezar û 410 kes hatine binçavkirin û dibistanên nêzîkê tevgera Fethullah Gûlen jî hatine daxistin.

Yasîn Aktay derbarê hewla darbeya 15ê Tîrmehê de civînek rojnamevanî sazkir û dazanîn ku di çarçoveya binçavkirina kesên destê wan li gel darbekaran heye, heta niha 7 hezar û 423 leşker, 2 hezar û 14 dadwer û dozger, 287 polîs û 686 kesên sivîl hatine binçavkirin.

Aktay, derbarê gotegotên ku dibêjin” li Enqere û Stenbolê tevgerek awarte heye” jî diyar kir ku ti tevgerek wiha nîne, gotinên wiha yên li ser torên civakî tên belavkirin jî ne rast in.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku Wezareta Perwerde ya Tirkiyê 138 hezar xwendekar ji dibistanên taybet veguhestine dibistanên hikûmî.

Herwiha di heta niha 626 navendên xwendina taybet hatine daxistin û 21 hezar mamosta jî ji kar hatine dûrxistin.