FERMANDEYÊ HÊZA HEWAYÎ YA TIRKÎ AKIN OZTURK HAT GIRTIN

19 July 2016 11:43 am 313 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Fermandeyê Hêza Hewayî ya Tirkiyê yê berê Akin Ozturk red kir, ku derbarê darbeya leşkerî de îtîraf kiribe û berpirsatiya darbeyê qebûl kiribe.

Îro duşemî Fermandeyê Hêza Hewayî ya Tirkiyê General û Endamê Civata Bilind a Leşkerî (YAŞ), General Akin Ozturk derbarê hebûna rolê xwe di darbeya leşkerî ya şeva 15ê Tîrmehê de li pêş dozger amade bû û îfade dan.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA), General Ozturk îro îtîraf bi plandanîn bo darbeya leşkerî li Tirkiyê kir.

AAyê ragihand, Ozturk di îfadeyên xwe yên li pêşiya dozger de îtîraf bi wê yekê kir, ku ew bo pêkanîna darbeyê tevgeriyaye.

Ji aliyekê din ve televizyona NTV a Tirkiyê ragihand, Akin Oztruk îdiaya derbarê berpirsyarbûna xwe di darbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê de red kir.

Li gorî nûçeya NTV, General Ozturk li pêşiya dozgeriyê ev îfade dane:

Ez ne ew kes im ku plana darbeya leşkerî daniye û birêve biriye.

Ez nizanim kî ew darbe plan kiriye û birêve biriye.

Li Stenbolê ezê beşdarî daweta keça hevalekî xwe bibama, lê ez neçûm.

Sibehî ez li Izmîrê bûm.

Li Dadnivîsiyê karên min hebûn, ez dikarim wê nîşan bidim.

Bi firokeya leşkerî ez vegeriyam Enqerê.

Min xwast bi neviyên xwe yên li Binkeya Akinci re bim û ez tevahiya rojê li wir mam.

Li Binkeya Akinci rabûn û rûniştin hebû.

Ji televizyonê min derbarê pêşhatê de bihîst.

Fermandeyê Hêza Hewayî daxwaz ji min kir, ku firoke bi nizimî bifirin.

Di nava 5 xûlekan de ez çûme cem Sererkan.”

Ozturk û 26 general û admîral ji ber darbeya leşkerî hatine girtin.

 

Related Posts