ENCAMNAMEYA HEWILDANA DARBEYA TIRKYÊ HATE RAGIHANDIN

18 July 2016 4:22 pm 187 Views

RIHAB NEWS – R N A

Di daxuyaniyek çapemeniyê de serokwezîrê Tirkyê vê sibehê derket pêşiya çapemeniyê û encamên hewildana derbeya leşkerî nirxandin û diyar kir ku ew derbe bi ser neket her wiha sûcê giran avêt ser Fethulah Gulen.

Hate ragihandin ku di dema hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyê de 194 kesan jiyana xwe jidest dane.

Ajansa Anadolê eşkere kir ku di dema bûyerên duh bi şev de 90 kes hatine kuştin û hezar 154 kes jî birîndar in.

Herwiha li gor agahiyan 29 efserên albay û 5 general ji kar hatine dûrxistin û 1574 leşker jî hatine binçavkirin.

Hate ragihand ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê derbarê hewldana darbeyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û li Golbaşiyê jî 42 polîsan jiyana xwe jidest dane.

Sererkanê bi wekalet Ûmît Dundar ragihand ku ji leşkerên darbekar jî 104 kes hatine kuştin.

Herwiha hate gotin ku li tevahiya Tirkiyê rewş di bin kontrola hêzên ewlekariyê de ye.

Ji aliyê din ve Serdozgeriya Komarê ya Enqerê jî derbarê fermandarê berê yê Hêzên Hewayî general Akin Ozturk û Fermandarê EDOKê Merîn İyîdîl de, bi hênceta îxaneta welat, biryara girtinê derxist.