BRETT MCGURK OPERASYONA KONTROLKIRINA MÛSILE GELEKÎ EHMETE

22 July 2016 12:44 pm 318 Views

 

RÎHAB NEWS – R N A

Nûnerê Taybet ê Barack Obama di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, Brett McGurk ragihand: “Operasyona kontrolkirina Mûsilê dê gelek zehmet be.”

Brett McGurk di konfransa welatên hevpeyman de, ku li eyaleta Maryland a Amerîkayê birêve diçe, piştî ji Wezîrê Derve û Wzeîrê Parastinê yên Amerîkayê axivî û di axavtina xwe de amaje bi operasyon û şerê li dijî DAIŞê kir.

McGurk da xuyakirin, bo operasyona girtina Mûsilê rêkevtinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye û şerê Mûsilê dê li gorî wê rêkevtinê be, lê belê tekez jî kir, ku kontrolkirina Mûsilê dê pir zehmet be.

McGurk wiha anî ziman:

“Ebûbekir Bexdadî xelafeta xwe li Mûsilê ragihand

Lewra şerê Mûsilê dê gelek zehmet be.

Zêdetirî 1 milyon kesî li vî bajarî dijîn.

Berî kontrolkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve, pêkhateyên cuda li Mûsilê bi hev re dijyan û ji wan jî Sunnî, Kurd û Krîstiyan.”

Nûnerê Taybet ê Obama di hevpeymaniya navdewletî de destnîşan kir, ku pêwîst e pêkhateyên Mûsilê di rizgarkirina deverên xwe rol bibînin û got: “Gerek hemû ew pêkhate di rizgarkirina cihên xwe de rol bibînin.

Ew jî bi rêya planeke baş û niha jî kar li ser amadekirina wê plane tê kirin.”

Brett McGurk herwiha ragihand, ku li gorî rewşa niha ya Mûsilê gerke rêkevtinek siyasî bo kontrolkirina Mûsilê û beşdarbûna hêzên beşdar di operasyonên de bê kirin.