BAVÊ SELAH PIŞTÎ NEXWEŞIYEK ZEHMET JIYANA XWE JI DEST DA

15 July 2016 12:09 pm 363 Views
BAVÊ SELAH PIŞTÎ NEXWEŞIYEK ZEHMET JIYANA XWE JI DEST DA

RIHAB NEWS – R N A

Hozanê Kurd Ebdulrehman Umer ku bi navê Bavê Selah tê naskirin,  ji ber nexweşiyê, jiyana xwe ji dest da.

Hozanê Kurd ê welatparêz Bavê Selah îro serê sibehê li Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Umer yê 64 salî jiyana xwe bi vejandina çand û hunera Kurdî derbas kir.

Bavê selah ji gundê Kurda yê navçeya Cindirêsê yê Kantona Efrînê ye. Bavê Selah bi têkoşîn û vejandina çand û huner kurdî dihat nasîn. Ew ji ber kesayeta xwe ya şoreşgerî, çend caran ji aliyê sîstema El-Baas ve hatiye girtin. Tevî zext û fişarê jî têkoşîna xwe ya di warê parastina çanda Kurdî de bênavber berdewam kiriye.

 

Related Posts