PÊŞBIRKA ÇÎROKAN A ROJAVA BI DAWÎ BÛ

14 June 2016 9:05 pm 329 Views

RIHAB NEWS – R N A

3’emîn Mehrîcana Kurteçîrokan a Rojava bi şahiyekê û xelatkirina kesên serkeftinî bidawî bû.

Sêyemîn Mehrîcana çîrokan a Rojava bi durişmeya “Li ser vedenga lorîkên dayikan, em çîrokên xwe birêsînin” hatibû lidarxistin, bi dawî bû. Mehrîcana ku 7 rojan dom kir li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate li darxistin. Di mehrîcanê de 55 nivîskarên ji Rojava, Bakûr, Başûr û Ewropa bi çîrokên xwe yên cûda cûda beşdar bûn.

Mehrîcan duh bi peyamên spasiyê, xelatkirina 55 beşdaran û şahiyekê ku pêkhateyê kurd û suryan beşdar bibûn bi dawî bû.

Di roja dawî ya mehrîcanê de, Serokê Meclîsa Rêveber a Katona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, Hevseroka Desteya Çand û Huner Berîvan Xalid, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Desteya Niştimanî ya Ereb, partiyên siyasî, çîrokvan û bi dehan welatiyên kantonê beşdar bibûn.

Piştî rêzgirtinê, komên muzîkê yên girêdayî Navenda Mihemed Şêxo stranên kurdî û erebî yên filoklorî gotin, her wiha Koma Suryan tabloyek dîlanan pêşkêş kir.

Di mehrîcarê de koma şano şanoyeke rexneyî derbarê mehrîcanê pêşkêş kir, di şanoyê de aliyên erênî û neyinî yên mehrîcanê hatin nirxandin.Piştî beşê hunerî yê mehrîcanî bi dawî bû diyarî di 3 qonaxa de hate belavkirin.

Di qaonxa yekemîn, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cîzîrê Ebdulkerîm Saroxan, Hevseroka Desteya Çand û Huner Bêrivan Xalid û Komîteya Amadekar a Meherîcanê diyariyên bîranînê li hemû çîrokvanên mehrîcanê belav kir.

Di qonaxa duyemîn de jî endamên komîteya amadekar a mehrîcanê hatin xelatkirin û diyarî ji bo wan hatin pêşkêşkirin.

Her wiha di ya sêyemîn de 3 astên pêşî yê ji bo çîrokvanên suryan hatin xelatkirin, çîrokvan Hena Hena li ser çîroka ” bajar û insan”, çîrokvanê duyemîn Hena Hena li ser çîroka xwe ya bi navê ” Jinên mototiyano”, çîrokvana sêyemên Ebîr Êliya, çîroka ” Şamîram ji mala xwe koçber dibe” hatin xelatkirin.

Ji pêkhateyê ereb, nivîsaka Dûwa Sîrac çîroka ” Jiyan”, Ebdulrehman Mihemed çîroka “Bîranên Ferîq” û çîroka 3 emîn a Hêwa Betal li ser çîroka xwe ya bi navê “Dibe ku xew be” hatin xelatkirin.

Her wiha 3 çîrovanên kurd jî hatin xelatkirin, Zinarîn Diyar çîroka ” Kêliyên di navbera jiyan û mirinê de” ji Ewrupa Kawa Şêxê û çîroka ” Festîvala Dahiro” û ya sêyemîn Roza Metînî li ser çîroka ” Keziyên ji bihna şitlên rîhanê.”jêder ANHA

 

Related Posts