TURKIYE LI DIJ TEVLÊBÛNA KURDAN YA CIVÎNA CINEVÊ YE

14 April 2016 8:28 pm 243 Views

RIHAB NEWS – R N A

Nûnerê Rûsyeyê yê Netewên Yekbûyî Vitaly Churkin eşkere kir ku Tirkiyeyê gefa “Eger Kurd amade bibin em ê danûstandinên Cenevreyê bi bin bixin” kiriye û bal kişand ku De Mistura girîngbûna tevlêbûna Kurdan ji pêvajoya Siyasî re dizane.

Piştî civîna Konseya Ewlekariyê, Nûnerê  Rûsye yê Netewên Yekbûyî Vitaly Churkin di civînek çapemeniyê de ragihand ku Nûnerê Taybet yê NY’yê yê Sûriyeyê Steffan De Mistura gotiye ku tu niyet wî ya beşdarkirina Kurdan ji danûstandinên Cenevreyê re tune ye.

Niyeta vexwendina Kurdan
Churkin wiha axivî: “Li gorî bersivên De Mistura ji daxuyaniyên derdorê re, xuyaye niyeta wî ya vexwedina kurdan ji vê pêvajoyê re tune ye. Lê belê ew baş dizane ku divê Kurd jî aliyek pêvajoya siyasî ya danûstandinan bin.

Eger tevlê nebûn, ew ê bi serxwebûnê bifikirin’
Derbarê helwesta Moskow ji vê mijarê re jî Churkin destnîşan kir ku Rûsiya dibîne ku helwesta Tirkiyeyê ne aqilane ye û da zanîn ku dûrxistina Kurdên Sûriyeyê ji danûstandinan dihêle ew serî li federaliyê bidin. Churkin wiha dom kir:  “Eger Kurd tevlê pêvajoya çareseriyê nebûn, ew ê bi pêşerojek serbixwe ji bo xwe bifikirin. Em jî vê yekê naxwazin. Lewra hewl didin ku yekîtiya xaka Sûriyeyê biparêzin”.