FÛAD ELÎKO DIBÊJE KU EW SEROKATIYA ZÛABÎ JI CINÛVÛRE BI DAWÎ TÎNIN

8 April 2016 1:01 pm 166 Views

RIHAB NEWS – R N A

Ji bo çareserkirina qeyrana li Sûrî lûtke, civîn û danûstendinên navnetewî berdewam in.

Konseya Bilind a Muzakereyan a ku beriya civîna Lûtkeyên Jenêvê hatibû avakirin careke din li Riyazê dicive. Lê ji beşên konseyê Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) bi nameyekê ji desteyê dixwaze ku serokê konseyê Esed Zohbî ji serokatiya şandeyê bê dûrxistin.

Danûstendinên ku li qada navnetewî ji bo çareserkirina qeyrana li Sûrî hatibûn destpêkirin berdewam in. Mixalefeta Sûrî ya ku beriya civînên li Jenêvê hatibû avakirin, amadekariya lûtkeyeke nû ya li paytexta Erebistana Siûd dike. Lê lûtkeya ku dê ji bo çareseriya qeyranê bicivê, di nava xwe de qeyranên dîtir dijî. ENKS daxwaz dike ku Esed Zohbî ji serokatiya şandeyê bê kişandin.

Nûnerê ENKSê di şanda Dijberaya Sûriyê de yê li Kongreya Cenêv3 Fûad Elîko ji Rûdawê re wiha got: “Ew name hat şandin ji rikberiya îtlafê re. Îtlafê jî erêbûn kir ku ew kes dê ne di vî cî de be. Wî îxanet li miletê kurd kir. Ev jî li cem ENKSê derbas nabe. Nayê qebûlkirin. Ez nikarim bêjim ku dê biryarake bi çi rengî bê stendin. Lê me bi zelalî gotiye em nikarin di bin serokatiya vî zilamî de guftugoyê bikin.”

Desteya Guftugoyan a Bilind ku ji hejmareke zêde ya komên li Sûrê pêk tê, yekem civîna Li Riyazê di 8ê Kanûnê de pêk anî bû. Lûtke di bin siya nîqaşên li ser kom û derdorên vexwendî derbas bibû û negîhiştibû encama aram. Lê Esed Zohbî ku serokê wê şandeyê ye bi heqaret û aciziyên xwe yên hemberî kurdan dibe sedema qeyraneke nû.jêder rûdaw