ENKS VEKIŞÎNA XWE JI CINÊV 3 QEBÛL NEKIR

19 April 2016 1:20 pm 347 Views

RIHAB NEWS – R N A

Nûnerên ENKSê di nava şanda opozisyona Sûriyê bo danûstendinên Cinêv 3ê dibêjin vekşandina wan ne di berjewendiya gelê Kurd de ye.

Hêz û partiyên di Rêveberiya Xweser de jî, tohmetên opozisyonê yên ku dibêjin, partiyên di rêveberiya xweser de hevkarên rêjîma Sûriyê ne red dikin, û dibêjin ku opozisyon li dijî mafên gelê kurd derdikeve.

Hoşeng Derwîş endamê nûnertiya kantonên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ji radyo Rûdawê re got, ku helwesta wan li hemberî opozisyonê ji ya li hemberî rêjîmê tûndtir e, ji ber ku ew bawer in, ku rêjîm kujerê gelê Sûriyê ye, û opozisyon jî doza guhertina wê rêjîmê dik, lê belê mafên Kurdan înkar dike, loma helwesta opozisyonê ji bo înkarkirina mafên gelê Kurd nayê qebûlkirin.

Hin çavdêr û pisporên Kurd yên serbixwe jî dibînin, ku piraniya stûbariya perçebûna Kurdan û lawaziya wan di Cinêv 3ê de, di stûyê TEV-DEMê de ye, ji ber ku ew li ser erdê xwedî hêz û desthilatdar e.

Mamostayê Zankoyê li Rojavayê Kurdistanê Doktor Ferîd Seidûn ji radyo Rûdaw re got, tevî ku ENKSê ji aliyê opozisyonê ve tê pejirandin jî, lê zehmet e ku ew bi tena serê xwe bikaribe mafên miletê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, di danûstendinên Cinêv 3 de bi dest bixe.