BOGDANOV BANAGA TEMSÎLA RASTÎ DI CINÊVA 3 DE KIR

5 April 2016 3:14 pm 295 Views

RIHAB NEWS – R N A

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov got ku pêwîste nûnertiya rast a opozîsyona Sûriyeyê di danûstandinên Cinêv-3 de bê kirin.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Mîhaîl Bogdanov li paytexta Qeter Dewhayê bi Serokê berê yê Koalîsyona Sûriyeyê Mûaz El-Xetîb re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, di hevdîtinan de herdu aliyan li ser encamên dawî yên danûstandinên Cinêv-3 ku di navbera 14 û 24’ê adarê pêkhatibû gotûbêj kirine.

Di hevdîtinê de Bogdanov got ku pêwîste nûnertiya rast a opozîsyona Sûriyeyê bêkirin û destnîşan kir ku şertên pêşîn ên beşdarbûna şandeya opozisyonê ya di hevdîtinan de tiştekî ne di cih de ye.

 

Related Posts