ŞÊNIYÊN QAMIŞLO MIHEMED ŞÊXO BIBÎRANÎN

10 March 2016 9:18 pm 243 Views

RIHAB NEWS – R N A

Hunermendê kurd Mihemed Şêxo li ser gora xwe ya li bajarê Qamişlo, hat bi bîranîn.
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) a Kantona Cizîrê, bi boneya bîranîna 27’emîn salvegera mirina hunermendê Kurd Mihemed Şêxo, merasîmek lidar xist.

Merasîm li goristana taxa Hilêliyê ya Qamişlo ku gora Mihemed Şêxo lê, hat lidarxistin. Di merasîmê de, bi sedan welatiyên Qamişlo û şandeyek ji Yekîtiya rewşebîran, amade bûn.

Gireseye gel destpêkê li pêşiya Navenda Çand û Huenerê ya Mihemed Şêxo kom bûn. Beşdarên ku  alên TEV-ÇAND, Wêneyên Mihemed Şêxo rakiribûn, ji wir jî li ser dengê staranên Hunermendê nemir Mihemed Şêxo, ber bi goristanê ve dest bi meşê kirin.

Piştî ku girseya gel gihişt goristanê, deqeyek rêz hat girtin. Piştre jî li ser navê Navenda Mihemed Şêxo Endamê Rêveberiyê Bêkes Darî û li ser navê Yekîtiya rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Meqsû, axivîn.

Di axaftinan de, bal hat  kişandin ser jiyana Mihemed Şêxo û rola wî ya pêşxistina çand û hunera Kurdî û ev tişt hatin gotin: “Hunermendê kurd Mihemed Şêxo bi stranên xwe  yên şoreşgerî karibu ku  gelê kurd bi çanda wan ve girê bide. Bi hunera Mihemed Şêxo huner û filokora kurdî hat parastin.”

Related Posts