PAYTEXTA BELCÎKA BRÛKSEL BI SÊ TEQÎNAN HEJIYA

22 March 2016 7:53 pm 163 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li Brûkselê, piştî teqîna balafirgeha Zaventemê, teqînek din jî çêbû. Tê gotin ku gellek kes ji ber wê teqînê hatine kuştin û birîndar bûne.
Îro li paytexta Beljîka-Brûkselê, piştî ku li balafirgeha Zaventem a bajêr, du teqîn çêbûn, li stasiyoneke metroyê ya li nêzîkî avahiya Yekitiya Ewropayê jî teqînek çêbû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di encama wê teqînê de herî kêm 10 kes hatine kuştin lê nayê zanîn çend kes birîndar bûne.
Tê gotin ku ji ber giraniya birîna hinek birîndaran, dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
Di teqîna balafirgehê de jî tê gotin ku hejmara kuştiyan derketiye 13an û hejmara birîndaran jî 35 in.

Wezîrê Karûbarên Hundir ê Belîjkayê Jan Jambon, rewşa awarte ragihand û asta alarmê li seranserî welêt derxist pileya 4an, ku asta herî bilind e.