LI TIL TEMIR CEJNA VEJÎNA ÎSA HATE PÎROZ KIRIN

29 March 2016 1:39 pm 173 Views

RIHAB NEWS – R N A

Bi sedana welatiyên Asûrî yên bajarê Til Temir cejna Paskalya li dêra bajar pîroz kirin.

Îro ji saetên sivê ve bi sedan welatiyên asûrî yên bajarê Til Temir û gundên wê bi armanca pîrozkirina cejna Paskalya berê xwe dan dêra bajar. Zingilên dêrê lê dan û destpêka cejna Paskalya ragîhandin. Li gorî baweriya xiristyaniyan Naveroka vê cejnê tê wateya vegera hezretî Mesîh a jiyanê ku pêştî sê rojan li ser çarmîxkirina wî pêk hate.

Merasîm ji aliyê Oldarê Xiristyanî Baxos Îşeya ve bi xwendina beşekî ji pirtûka pîroz ku bi zimanê aşûrî yê. Beşdaran jî nimêj kir û dua kirin. Di berdewama merasîmê de beşdaran nimêj kirin.