HUNERMEND RONÎ CAN BERSIVA PIRSÊN RIHABNEWS DA

29 March 2016 1:48 pm 1157 Views

RIHAB NEWS – TAYBET

1- Di çend xêzan de xwe bidin naskirin,(( berhem heger hebin))?

Hunermend Ronîcan 23.3.1969 Berhem 10 bêtir Zarok çarin

2- Tu rewşa Kurdan di nava vê tevlihevya Rojhelata navîn de çawa dibînî?

Rewş nuha xerab e û Heger rewş weha berdewam be her biçe wê xerabtir bibe di bawerîya min de Û xerabîya rewşê ji ber em hev qebûl nakin Hev qebûlkirin jî tenê ne bes e gerek armanc û nîşan jî bibin yan na wê hevgirtin jî bê bingeh be

3- Tu bi avakirina hêzeke Kurdî hevbeş re ye?

Ji ber yek hêz min ne bawere ku çêbibe jibo çêkirna yek hêz û artêş Divê yek al hebe û dinav me kurdan prbûna Ala nahêle em bibin yek hêz wê hingê kurd mecbûr in bibin hêzên hevbeş lê hemû hêz pêşbirk bin jî bo parastin û Daxwaz û hêvîyên gelê kud

4- Li gora we çi dibe asteng li pêşya yekîtiya kurdan?

Gelê Kurd li sranserî çar percê Kurdisatan banga wî bengehî yekîtî û hevgirtine Lê bercewendya partîya nahêle bibin yek jiber Herkes dibê ez û nerîn û bawerîyê hev qebûl nakin û gelê kurd pir ji wan bê hêvî bûne Lê gelê kurd wek em dizanin ew bitinê bindest maye û bindestê miltên rojhilata navînin xwdyê çanda xerab di jiyanêde kuştin girtin lêdan inkarkirin Û em bi xwe ji di wê dibstanê de mezin bûne û me jê vexwarîye

5- Tu bi avakirina Kurdistaneke serbixwe re ye an jî na?

Ev xwna her kurdekî Welat parêz û ne Welatparêz e Divê xêzek û hêzek Hebe ji bo karebe xwe wek hemû miletên dunyayê biparêze

6- Ji bilî van kesayetên Kurd ên li ser ekranê (yanî serokan nexin nava hesab de), tu kê pêşneyar dike ji bo kesayeta Kurdî ya salê?

Kes nîne

7- Ji bo rewşa Sûryê tû çi çareseryê pêşneyar dikî?

Çareserîya Sûrye destpêk û nuha ne wek heve maye distê hêzên xurt di di dunyayêde ewê li gorï bercewndîyên xwe û heya ku em ji mûldê bê nok nemîn divê em hev bigrin û hev qebûl bikin jibo Daxwaz û hêvyê gelê kurd Yan na emê diber lehîyêde herin Û firset ya kurdayê divê em ji dest xwe bernedin

8- tu asta Medya Kurdî çawa dibînî?

Xerabtirîn medya di dunyê de ya kurda ye hemû bi paşgehên siyasîne Medya azad min nav kurda hîn min nedye Rê li ber gelek kesên xwedî ked û afrandin girtine û gelek kesê dûrî hunerê û

medyayê ne bûne navnî qelo û navên bi partya qelewbûne û bûne xwedyê biryarê û rê li ber hunra rast girtine ji ber ku qelsin li Ser silogana dijîn yan piştî qlew dibin îdî dibin serbixwe xwedê gravî û tim li Dora tenûrê germin

9- Tu kîjan zaravê Kurdî wekû zimanê Kurdî yê yekgirtî pêşneyar dikî?

Min rêz bo hemû zaravan heye Lê behdînî û latînî pêşinyar dikim Ji ber praniya kurdan bi behdînî diaxivin

10- Li gora we maf û Rola Êzîdiyan gerek çawa be di pêşeroja Kurdan de?

Gelê me yê êzîdî gelê resenin Gerek mafê wî wek her kurdekî li kurdistanê û hurmet û rêz ji bo bîr baweryê wî yê olî û cvakî bê girtin Û yasak Hebe mafê wî biparêze û hemî baweryê kesên din.

roni can 2