GOTINA ROJA ŞANOGERERIYA CÎHANÊ YA SALA 2016

20 March 2016 1:20 am 615 Views

Kawa Şêxê

Her sal roja 27 Adarê, şanogerên cîhanê bi roja şanoyegerya cîhanê şadibin û li hev pîroz dikin, şanogerên xwe yên kevin bi bîr tînin û nameyên pîrozbahiyê ji hevre dişînin da ku ji nûve hêz bidin xwe û dest bi afirandinê bikin, hin jê jî şanoyekê amade dikin ku di vê rojê de bilîzin û pîrozbahya herî xweş jî ew e.
Timî ji alyê ((Navenda şanogerya cîhanê)) ya ku Yonîsko ew çêkirye, şanogerek tê hilbijartin da ku gotina vê rojê binvîse û ew gotin bi gelek zimanên dinyayê tê xwendin û di eynî seatê de tê weşan û li ser gelek textên şano yên dinyayê tê xwendin.
Ew kesê ku tê hilbijartin ji bo vî karî, yek ji şanogeran e, an nivîskarê şano ye, an jî lîstikvan e, an jî derhêner e û an jî rexnevan e, lê divê berhemên wî yên di warê şano de hebin û bargiranya şano kirbe û xwedî tecrûbe be.
Roja 27 ê Adavrê, çima ev roj?
Gelek kes dipirsin, çima ev roj hatiye hilbijartin, bi rastî ev roj ji sala 1961 an de tê pîroz kirin tevî ku tiştekî nû ye jî lê dîsa jî li ba şanogeran tiştekî pîroz e, lê sedema hilbijartina vê rojê çiye?
Di sala 1941 an de, Yonisko ya ko weke perçak ji yekîtiya Newtewan tê naskirin, xwest ku sazîkê ji bo şano ava bike, û şanoger dan serhev da ku karekî bi vî rengî bikn, lê wê civînê ti encam neda û hinekî dirêj kir di nava dan û stendinê de heya ko sala 1948 an konferansekî serkeftî li Pragê li darxistin û ew saziya ku dixwestin, avakirin, û cihê wî jî li Parîs e.

Piştre û di sala 1961 ê de, dîsa şanogerên vê sazyê li hev civiyan û xwestin ku rojekê bi nav bikin û roja 27 meha Adarê hilbijartin ji ber ku ev roj roja vekirina Teatra Sara Bernard (Lîstikvana Ferensî ya bi nav û deng) bû. Û ji wê salê de heya îro ev roj tê pîroz kirin û gotina salê tê nîvisandin.

Her sal di 27 Adarê de saziya Şano ya girêdayî NY şanogerekî bi nivîsîna gotina salê erkdar dike.

Îsal jî vê saziyê ev erd dabû Şanogerê Rûsî Anatolî Fasilyêv.

Fasilyêv wiha nîvisandiye:

(Pirs ev e)

Ev e pirsa ku hezarê xebatkarên şanoyê ji xwe kirin heya ku jê aciz bûn, her wiha heman pirs e ya ku bi melyonan kesên normal jî rojane carekê ji xwe dikin?

(Çi pêwest e bo me)

Di ewqase sal de li hemberî tehlaya rastiya qadên dewletan û kolanên Gund, bajaran ku bûyerên rastî lê diqewimin dîmen bê qîmet dibin?

Balkonên zêrîn, Hêwanên xweşik li salonên şano, Kursiyên ji (qedîfe) mexmel, baskên qirêjgirtî û dengên nazik ên lîstikvanan an jî di koxikên reş de ku bi herî û xwînê boyaxkirîne û bi bedenên rût û tazî tijî ne, ma wê dîmen li hemberî van çi karibe ji mere bibêje gelo?

Bi rastî, her tiştî!

Şano dikare her tiştî ji mere bibêje, xwedawendên li Asîmanan çawane û Girtiyên di şikeftên binê erdê de çawa tune dibin?

Çawa hest dikarin me bifirînin û çawa evînek dikare me birûxîne?
Çawa mirov dikare jiyana xwe bê hebûna qencekî dewam bike?
Çawa bêhêvîtî dikare desthilatdariyê bike?
Çawa hinek mirov dikarin di ferehiyê de bijî û hinek jî di kampên penaberiyê de bê hal in?
Û çawa em rojane ji xwediyên xwe diqetin?

Şano dikare van hemû tiştan ji merre bibêje, şano timê hebû û wê her dem hebe jî!

Niha û heger mirov li heftê salên dawî binere piştî ku hemû rengên hunerê pêşketin, wê bibîne ku tenê şanoye ya ku dev bi dev, çav bi çav, dest bi dest û beden li hemberî bedenê nameya xwe radighîne.
Şano hewcedariya wê bi navbênkariyê tuneye, berovajî wê, ya herî zelal û bi ronahî ew e alî jêre tune ew geyanê ronahiyê ye ya ku li hemû aliyên dunyayê belav dibe û her kes zû bi zû wê nasdike, jê hez bike an jî na!

Em hewceyî cudakariya şano ne, şanoya hemû rengan, tevî ku li gora nerîna min tevî hemû şeklên nû ji şano re şeklê herî kevin yê herî tê hezkirin e.

Şêwezyên şanogeriya ayende ne mecbûr e ku têkeve berberyê bi pêşketinên nû re.

Çanda şarestaniyê roj be roj aloz dibe û hîmên bingehîn ji çanda mirovantiyê re dihêle.

Ez niha dibînim ku şano deryên xwe li piştê û bi pere ji mêvanan re vedike, serê xwe ji nava kompûter û alavên elektronîk derxînin û berê xwe bidin şano di rêzên pêşî de rûnên û guhdarî bikin!
Li zindîbûna dîmenan temaşe bikin, ev e şano.

Şano piştguh nekin û beşdariyê têde derbasnekin; dibe ku ew tiştê herî bi nirx be yên jiyan şensê wê dide me!

Hewcedariya me bi hemû rengên şano heye, tenê sehneyek heye mirov ne hewceyî wê ye, ew jî sehneya lîstikên siyasî ye, sehneya xebatên wan ên bê kêr e, her wiha hewcedariya me bi sehneya terora rojane jî nîne ku di nava jiyana kes û miletan de rûdide.

Em qet ne hewceyî sehneyên xwînê û terman e, ên ku di nava ol û miletan rijane derdikevin pêş.

Wergêr: Kawa Şêxê
28.02.2016

Related Posts