VÎDEO..ÎRANÊ LEŞKERÊN EMERÎKA YÊN DI AVÊN KENDAVÊ DE GIRTIN

14 January 2016 1:52 pm 297 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Supaya Pasdaran a Îranê vîdeoya dema girtina leşkerên Amerîkayê di avên Kendavê de belav kir.

Di vîdeoyê de ku ajansa nûçeyan a Fars News a girêdayî Supaya Pasdaran belav kiriye, tê xuyakirin, ku hêzên deryayî yên Îranê nêzîkî qeyikên Amerîkayê dibin û leşkerên amerîkayî yên di her du qeyikan de wek nîşana teslîmbûnê destê xwe billin dikin û li ser serê xwe didanên.

Piştre hêzên îranî derbasî nav gemiyên Amerîkayê dibin û dest bi lêgerîn û kontrolê dikin. Hêzên Îranî herwiha çekên leşkerên Amerîakyê yên di qeyikan de rêz dikin.

Herwiha di vîdeoyê de tê nîşandan, ku leşkerên amerîkî ber bi cihekî ve tên birin, ku pêştir di daxuyaniyên rayedarên Îranê û Amerîkayê de hatibû gotin, ku ew li girava Farsî ya Îranê bûne.

Di dîmenan de derdikeve ku her 10 leşkerên amerîkî di odeyekê de li ser ferşên îranî rûniştine û piştre xwarinek îranî ji wan re tê anîn. Herwiha wek di dîmenan de xuya dibe, ku desmal (Xawik) li ser erê leşkerê jin a amerîkî hatiye danîn.

Herwiha dema berdana wan leşkeran jî têde tê xuyakirin.

 

Related Posts