Sorxêliya Kibar Kristin Ozbay

29 January 2016 11:40 am 206 Views

FÊRGÎN MELIK AYKOC

Jina kurd di van sih salên dawiyê de ji warê şervaniyê bigire hetanê çapemenî û wêjeyê mora xwe li gelek pêşveçûnên bi nirx daye.

Bi kenên berxwedana li Kobanî bûn serbilindiya jinên cihanê. Êdî cihan kurdan bi ken û berxwedana jina kurd a azad dinase.

Di warê wêjeyê de bi hêjmareke kêm jî be, rengê bedewî, dilsozî û serbilindiya kurd daye wêjeyê. Ji wan jinên wêjewan yek jî Kibar Kristîn Ozbay e.

Birêza Kristîn pirtûka xwe ya “Sorxêlî“ ya ji çîrokên jinên kurd pêk tê, reng daye wêjeya me. Vegotin bi zimaneke rewan, bi stîleke sade, ji polîtîka siloganî û alîgir dûr, lê bi polîtîkeke kûr, bi hestê jinane birîna jina kurd di çîrokên xwe de li ber çavan radixîne.

Berhema xwe ya pêncî rûpelî bi neh çîrokên kurt, ên bi wate, zarxweş, mirovan di karlêka xwe de dihêle, tevê karwanê çîroknûsên kurdî bûye. Her çîrokek bi serê xwe hest û çêja xwendina romaneke serkeftî dide mirovan. Wê birîn, nalîn, hestyarî û kûrahiya cihana jina kurd bi mirovan dide jîyîn.

Naveroka çîrokan

Sorxêlî: Çanteyê gerîlaya gihîştiye şahadetê çîroka Sorxêliyê vedibêje.

Şe: Bavê şehîdekê, berê ew biçe nava gerîlayan û şehîd bikeve jê re şeyeke sor dikire. Di şahadeta wê de jî bi wê porê wê tê şehkirin.

Pirsên Tazî: Mijara destdirêjahiya pismam û paqijiya namûsê wek mijar hilbijartiye.

Tendûra jiyanê: Mijara keçeke ciwan a bi zorê bi salmezinekê re tê zewicandinê ev çîrok xemilandiye.

Jinebî: Dijwariya jiyana jinebîyan û mêrê ji jina xwe re îxanet dike wek mijar hilbijartiye.

Dengê Derî: Du kes ji hev hezdikin, bi hev şadibin, jin hemile dimîne, hetanî hevalê wê pêdihese, ji ber rewşa civakê ew zarok ji ber xwe dike.

Ez Dayîkek Keviravêj im: Çîroka dayîkeke ji gund hatiye bajêr, zarokên xwe di şer de şehîd daye, di serhildanên kolanan de kevir davêje û tê girtinê, ye.

Êşên Demsalî: Derguşek (pitikek) dijwariya jinên di karên demsalî de dixebitin vedibêje.

Kevok: Mijara kevokên kurikek û pîkutiyên cerdewankirinê vedibêje.

Çend Hevok ji çîrokan

“..mirina ji bo welat wek lihêfek spî li mirov dilêfe, germ dike û mirov dike xewek xweş, Ru:9“

“Bayê çiyayê welatê me porê me şe dike. Rû: 12“

“Dû re dayîka min porê min bi hêstirên çavên xwe yên wek barana Avrêlê şe kir. Rû: 14“

“Kezeba wî jî dişewitî, lê tu tiştek ji destê wî nedihat, li gor edetan mêr bi hişkbûna xwe mêr e. Rû:20“

“Ji serî heta pîya bedena wê cemidî. Di cihê xwe de bû wek hesinekî sirrîsar. Rû; 27“

“Tenê di jiyanê de li rengekî cuda yê ji bo demekê kin digeriyan. Rû; 28“

“Jinantî wisa zor e ku tu ji bo bibî xwedî zarok divê tu derdê mêr bikişînî. Rû;31

Bi hevokek sade arama dêtiyê: “Didît ku jinên pir modern jî zarokên xwe didan ser milê xwe, bi eşq dimeşiyan. Rû ;32“

“ Her yek ji wan keviran zarokên min ên hatibun girtin, kuştin û wenda kirin bûn … Min dilê xwe yê ku bûbû çend parçe ji erdê kom kir û avêt sînga zaliman. Rû; 36“

Kibar Kristin Ozbay li welatê dengbêjan Mûşê tê dunê, li Farqînê li ber singa kelaha Zembîlfiroş mezin dibe. Bayê jiyanê wê li germa çala Edenê, xweşiya peravên Antalya, kelaha Serhedê Qersê digerîne û tîne li Paytextê dilan Amedê datîne. Ev nexşa jiyanê li wê dibe bingehê wêje û hunerê. Ew vê dewlemendiyê dike helbest û bi wan rûpelên kovar rojname û malperan dixemilîne. Li gel wê bi şano /senaryo û lîstikvanîyê çav û dilan germ dike.

Berhemên wê: 1 – Saxanak Yalnizlik; helbest /tirkî, weşanên Ava 2012 Amed. 2 – Şevdang; Helbest /Kurdî weşanên Ronahî 2013 Amed. 3 – Sorxêlî; çîrok weşanên J&J 2014 Amed.

Nasnameya Berhemê

Berhem : Sorxêlî /çîrok

Niviskar: Kibar Kristin Ozbay

Berg: Dilopa xwînê li ser belgê sipî

jêder ozgurpolitika

 

Related Posts