RAPOREK FRANSÎ: KURDISTAN DEWLETA NÛ YA ROJHILATA NAVÎNE

5 January 2016 10:12 pm 235 Views

RIHAB NEWS- DILŞAD EBDO

Ajansa Nûçeyan a Les Dessous ya Fransî raporek bi navnîşana “Kurdistan dewleta nû ya Rojhilata Navîne” amade kiriye. Di raporê de wiha tê gotin: “Ger em berê xwe bidinê dibînin li Kurdistanê parlamento û hikûmeteke Kurdî heye, Kurd ne bi zimanê Erebî û ne jî Tirkî û Farisî diaxifin, lê zimanê wan bi xwe heye ku ew jî zimanê Kurdî ye.”

Li gor raporê, 18 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê, 7 milyon li Başûr, 8 milyon li Rojhilat û 2 milyon Kurd jî li Rojava dijîn. Rapor balê dikşîne ser wê yekê ku ji ber parçebûna welatê wan piraniya Kurdan koçberî welatên Rojava bûne û herî zêde jî li Elmanya bicîh bûne ku hejmara wan digihê 650 hezar Kurd, herwiha li welatên din ên Ewropa û Amerîkayê jî dijîn.