KONGREYA HDP

20 January 2016 10:15 pm 199 Views

Fehmî Îşik

HDP’ê berî kongreya xwe, bi endam, kesayetî û saziyên hatine vexwandin re gelek civîn û konferans pêk anîn. Bêguman, yekem amanca van civîn û konferansan amadekariya ji bo kongreyê bû. Lê li gorî min armanca herî esasî divê ew be ku HDP bikaribe xwe li gorî pêvajoya nû, amade bike.

Berî ku em bizanibin di pêvajoya nû de çi heye, divê em lê binêrin HDP di rewşeke çawa de hat damezrandin.

HDP, di rewşeke bê şer de hate damezrandin. Tê dîtin ku piraniya şirîkên HDP’ê, bi taybetî jî şirîkên ji bilî tevgerên kurdan ango çep û sosyalîst û pêşverûyên Tirkiyeyê, piştî pêvajoya sala 2013’yan lênûska şer girtibûn. Bi bandora vê nêrînê jî xwe zêdetir bi gor rê û rêbazên siyaseta demokratîk amade kiribûn.

Her wiha şirîkên HDP’ê yên ji bilî kurdan, di rêveberiya giştî de jî bi berfirehî cihê xwe girtibûn. Lê heman tişt di rêveberiyên bajar û navçeyan de nedihatin dîtin. Ji ber ku qadro û endamên ew rêxistinan têrî rêveberiyên bajar û navçeyan nedikir, yên bajêr û navçeyên HDP’ê bi rê ve dibir piranî qadro û endamên tevgera kurd bûn.

Vê rewşekî balkêş derxistibû holê.

Rêveber, organîzasyona siyaseta demokratîk baş dizanibûn. Dikaribûn civîn, konferans, panel, xebatên perwerdeyê, amadekariyên hilbijartinan û hwd. pêk bînin. Di reklamgerî û organîzasyonê de jî zîrek bûn. Her wisa di dema pêvajoya aştî û çareseriyê de pêşî jî li wan nedihatin girtin û dikaribûn her kar û barê xwe bi hêsanî bikin. Bi vî rengî pêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîranê jî bi serkeftî rê ve birin. Ev reng xebat, li ser rêxistinên bajar û navçeyan jî bandora xwe danî û HDP’ê ji hilbijartina 7’ê Hezîranê bi serkeftî derket.

Niha em werin dema pêvajoya nû…

Bêguman, di dema nû de rewşeke nû, ango şer heye. Ya ku HDP xitimand jî ev bû. Bi taybet piştî 7’ê Hezîranê, ew HDP’ya ku xwe ji bo pêşketina siyaseta demokratîk û jiyana hevbeş amade kiribû, têrî siyaseta dema şer nekir.

Her wisa ew rêveberên ku piraniya wan ji rêxistinên çepgir û sosyalîstên derveyî tevgera kurd pêk dihatin, ango ew rêvebirên ku xwe bi gor siyaseta demokratîk û aştiyane amade kiribûn, piştî destpêkirina şer di valahiyê de man. Eşkera hat dîtin ku, ne dizanibûn ka ew ê çi bikin. Nedikaribûn bersivên rêxistinên bajar û navçeyan jî bidin.

HDP, di civînên berî kongreya giştî de, ango di konferansan de piranî li bersiva vê yekê digeriya; ka ew ê xwe çawa amadeyî dema pêvajoya nû bike…

Qet şik tune ye. Şer ne terciha kurdan e. Lê rayedarên dewleta tirk berjewendiyên xwe di şer de dît û carekî din şer dan dest pê kirin.

Divê em hemû vê rastiyê bibînin.

Ne tenê HDP, divê hemû hêzên kurdan wekî ku ew ê şer sibe raweste xwe ji aştiyê re û di be ku şer bi salan bidome jî xwe ji siyaseta dema şer re amade bike.