KURDISTAN: SALA 2016 Ê DÊ GELEKÎ ZEHMET BE

20 December 2015 7:12 pm 274 Views

RIHAB NEWS-DILŞAD EBDO

Serokê Fermangeha Hevahengî û Pêdeçûnê ya Serokatiya Encumena Wezîran Dr. Nûrî Osman ragihand ku, sala 2016ê dê sala reformê be li Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku, kirîza darayî metirsiyeke mezin e li ser Hikûmeta Kurdistanê û dibe ku sala bê ji ya 2014 û 2015an zehmetir be.

Osman diyar kir : “Bêguman sala 2016ê dê sala reformê be li Kurdistanê. Me li her cihekî dest pê kiriye. Sala 2014 û 2015an hejmarek reform hatine kirin, lê me eşkere nekirine.