3. FESTÎVALA ŞANO YA AMEDÊ BI COŞEK MEZIN PÊK HAT

30 December 2015 1:21 pm 535 Views

Kawa Şêxê

Di nava serma Ewropayê de mîna mizgîniyekê gihîşte guhên min, Festîvala şano li Amedê li dardikeve û ez mîna her sal vexwendî vê festîvalê me û beşdar im bi semînerekê.

Bi lez û bez min haziriyên xwe kirin û berê xwe da Amedê di demekê de ku kûçe û kolanên Amedê tijî panzêr û leşker bûn.

Min qet bawer nedikir ku di nava vê teşqelê de festîvala şano pêk were, lê di dawiyê de pêk hat û nameya wê gihîşt.

Festîval di bin silogana (Em Şanoya civaka demokratîk bi hevre biafirînin) li dar ket.

Festîvalê di 15 ê mijdarê de destpê kir û heya 22 Mijdarê dewam kir.

Di roja yekemîn de Şanoya Spîmend ji alî Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji nivîs û derhêneriya Qotbedîn Sadeqî bû hate pêşkêk kirin.

Şanoyê çîroka Kurdan di nava hersê ,,iletên k desthilatdarî kirin de digot û li hemberî merdî û mêvanperweriya Kurdan dagikirina mêvanan ji xak û îanda wan re.

Di roja 16 Mijdarê de Semînera bi navê “Rêbazên Şanoya Gel û Diyalogê” ji alî derhêner û Şanogerê Kurd ê ji Rojhelatê Kurdistanê Qotbedîn Sadeqî ve hate pêşkêşkirin.

Her wiha di heman rojê de li danê piştî nîvro jî Lîstika bi navê (Bela Xwedê Lêketiye) ji alî Navenda Çanda Mezopotamyayê / Şanoya Yekta Hêvî ve hate pêşkêşkirin.

Şano ji alî Nivîskar: Şaliko Bêkes, Derhêner: Giyasettin Şehir ve hatibû hazikirin.

Her wiha di danê êvarî de jî lîstika (Tabloyek ji Neftê) ji alî rêveberya Şanoyê ya Duhokê ji

Nivîs û Derhêneriya Helket Idrîs Ebdullah ve hate pêşkêşkirin..

Di roja 17 Mijdarê de pirogramê bi semînera (Di dîroka şanoya Kurdî De: Berhem û Edebiyat) ji alî Çetoyê Zêdo ve destpê kir.

Piştre di satên danê piştî nîvro de festîvalê bi şanoya (Sultanê Fîlan) ku ji alî şanoya bajêr a Batmanê ve hatibû amade kiriv dewam kir..

Şano ji ber romana Yaşar Kemal ve hatibû adapte kirin û ji alî derhêner Varlam Lali Nikoladze

ve hatibû rêjî kiirin..

Di heman rojê de û satên êvarî de lîstika: Çirkey Waran ji alî koma şanoya Kirmanşahê ve hate pêşkêşkirin, ev şano ji alî derhêner: Nîluref Qeleşaxanî ve hatibû amade kirin..

Di roja 18 Mijdarê de semînera: Eyinde di dîroka şanoyê de li Cîhanê û li Kurdistanê ji alî Doktor Xusro Sîna ve hate pêşkêşkirin.

Di danê piştî nîvro de jî lîstika: Xaw Eray Zemîn ji alî Koma Şanoya Îlamê û nivîskar: Eyub Aqaxanî û derhêner: Hosna Qobadî ve hate pêşkêş kirin.

Her wiha di danêê êvarî de jî lîstika: Doktorê Hêja ji alî navenda çandê ya Mezopotamyayê /Teatra Jiyana Nû ve hate pêşkêşkirin.

Şano ku bi xwe nivîsa Anton Çexov bû ji alî derhêner: Nazmi Karaman û Rûgeş Kirici ve hatibû amade kirin.

Di roja 19 Mijdarê de lîstika zarokan ya bi navê (Masîreşka Biçûk) ji alî navenda çandê ya Mezopotamyayê ve hate pêşkêşkirin.

Lîstik ya niviskar Samed Behrengî û derhêner: Rûgeş Kirici.

Di heman rojê de semînera bi navê “Di şanoyê De Ya Polîtîk û Şanoya Alternatîf”- ji alî Mahir Günşiray ve hate pêşkêş kirin..

Di heman rojê de saet di 3 piştî nîvro de şanoya (Davul Tozu- Toza Daholê) ji alî İstanbul İmpro

wekû (Şanoya Xweberbêjî) ji konsept: Burak Tamdoğan, Koray Tarhan ve hate pêşkêşkirin..

Di danê êvarî de jî Lîstik: Sirûda Gelekî Dirinde ji alî koma şanoya Kerkûkê û ji Nivîsa Qasim Metrûd û Derhêneriya Merîwan Zengene ve hate pêşkêş kirin.

Di 20 Mijdarê de jî Lîstika Zarokan: Pîrê û Rovî ya Şanoya Bajêr a Amedê û Nivîskar: M. Malmîsanij û Derhêner: Elvan Koçer ve hate pêşkêşkirin.

Di heman rojê de semîner: (Di biyavê şanoya cîhanî de pênasîna şanoya Kurdistanê – Rahîm Abdurahîmzada ve hate dayîn.

Her wiha di heman rojê de danê piştî nîvro jî lîstika Kim Var Orda (kî li wir heye) ji alî BGST – Tiyatro Boğaziçi ve hate pêşkêşkirin..

Her wiha di heman rojê de jî lîstika piştî rojeke dirêj ji alî navenda Şanoyê ya Silêmanî û

derhêner: Goran Ali Kerîm ve hate pêşkêşkirin.

Di roja 21 Mijdarê de Şanoger Kawa Şêxê bi semînera Şanoya Kurdî di serdema şoreşê û berî wê de tevlî pirpgrama festîvalê bû..

Her wiha lîstika biçûkan: Şêrê Biçûk jî ji alî navenda çand û hunerê ya Ş. Nûda / Wan û Nivîskar û Derhêner: Zafer Artuş ve hate pêşkêş kirin..

Di danê êvarî de hatibû plankirin ku koma Şehîd Yekta ji Rojavayê Kurdistanê tevlî pirogramê bibe lê ji ber ku komê nikarîbû sînor derbas bike Koma Şanoyê ya Amedê carek din lîstika Spîmen dûbare kir..

Di roja 22 Mijdarê de lîstika zarokan: Zarokên Daristanê ji alî navenda çandê ya Mîtanî ve hate pêşkêşkirin..

Her wiha fînala festîvalê jî bi dans û şanoya bi navê (Leyla) ji alî navenda çandê ya Mezopotamya / İstanbul (Mezopotamya Dans) Koreografi: Serhat Kural Muzîk: Nurhak Kilagoz ve hate nîşan dan.

Festîval bi coşeke mezin ji alî gelê Amedê ve hate şopandin hema bêje her cara ku şano têde hate pêşkêşkirin salon, korîdor û ber derî û pencereyan timî tijî dibû.

Festîval di bin silogana (Em Şanoya civaka demokratîk bi hevre biafirînin) li dar ket.

Ev silogana ku hatibû diyar kirin lê silogan û nameya eşkere ya ku festîvalê dixwest bighîne ew bû ku rewşa şer û aloziyê û êrîşên çeteyan ne rewşek awarteye ji bo me ku em karê xwe ji bo paşde bixin, ew bûye beşek ji jiyana me û me li gora wê xwe dabeş kiriye.

Related Posts