YNK-S AHENGA IMZEKIRINA PIRTÛKÊN HEYDO LI DAR XISTIN

8 November 2015 2:06 pm 576 Views

RIHAB NEWS- DILŞAD EBDO

îro roja şemî 7-11-2015 li bajarê Hesekê û li baregeha yekîtiya nivîskarên kurd li Sûrî

( Y.N.K-S) şaxê Hesekê ,bi amadebûna jimarek ji nivîskar ,rewşenbîr ,nûnerên saziyên sivîl û kesên ku guhdanê bi çandê dikin, ahenga imzekirina sê pertûkên nûçapkirî yên helbestvan û lêkolînerê kurd Salihê Heydo hate lidarxistin.
Piştî ku kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistanê hate rawestîn, pêşkêşkerên ahengê – Ridwan Yûsiv û Luqman Osman-kurte xwendinek li ser jiyan ,berhem,û pertûkên nivîskar û helbestvan Heydo pêşkêş kirin.
Di pişt re Heydo gotinek pêşkêş kir tê de li ser folklorê kurdî axivî, herweha pertûkên xwe yên çapkirî dan ber çavan.
Di paş re seroka şaxê Hesekê Hena Dawûd bawernameya rêzgirtinê bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya pêşkîşî Heydo kir ,ewî jî, ji alî xwe ve spasiya Y.N.K-S kir û şanaziya xwe bi vê xelatê anî ziman.
Di dûmahîkê de mamoste Heydo her sê pertûkên xwe yên nû (Minminîkên rengîn li nava gulên bibîn-Serpêhatiyên jîwarî ji civaka kurdewarî-dîwana Şewq û Fener) imze kirin.

1 2 3 4