VÎDEO BIBÎNE… LI LIBNANÊ ZAROKÊN SÛRÎ BI ÇOK DANA ALÊ TÊN CEZA KIRIN

6 November 2015 11:05 am 235 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Berpirsyarin li dibistanek Libnanî de zarokên Sûrî û Iraqê yên tê de dixwînin, mebûr dikin ku li hember ala Libnanê Çok bidin.

Di dîmeninan de ku kenalek Libnanî weşandibû xuyan dibe dema ku berpirsyarin Libnanî li dibistanekê zarokên Sûrî û Iraqê ku tê de şagirtin, mecbûr dikin weke ceza li hember ala Libnanê Çok bidin.

Herweha di vîdeoyê de hate diyar kirin ku rêvebirê dibistanê rûmeta wan zarokan binpê dike û li wan bi awayekî hov dide.

Di wextê ku rêvebir û rêvebira dibistana (Elşeyah Elsaniye Elresmiye Elmuxtalata) tiştên ku di vîdeoyê de wek rokê xuyabûn înkar kirin û gotin ku me tiştkî şaş ji zarokan re nekiriye.

Cîhê anîna ziman e ku gelek binpêkirin ji maf û rûmetên xelkên Sûrî li Libnanî ji 4 salan de tên dîtin û eşkere kirin.

 

Related Posts