TENÊ 200 HEZAR JI 700 HEZAR ZAROKÊN SÛRÎ ÇÛN DIBISTANÊ LI TIRKÎ

15 November 2015 12:07 am 615 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Ji 700 hezar zarokên Sûrî tenê 200 hezar karîbûn sala çûnî beşdarî dibistanê bibin.

Li gorî organîzasyona (Human Rights Watch) hate ragihandin ku tenê 200 hezar Ji 700 hezar zarokên Sûrî sala çûnî karîbûn beşdarî dibistanê bibin ji ber zehmetiyên fêrbûna ziman û zoriyên aborî yên ku malbatên penaberan dibînin.

Raporê da xuya kirin ku ev bûyera ku zarok naçin dibistanê dê di pêşerojê de gelek problem û astengiyan derxîne, ku ew zarok dê dawiya wan li kolanan be, yan jî dê vegerin Sûrî û di şer de bmrin yan jî dê tevlî grûpên tûndrew bibin.

Û lê zêde kir ku dibe di hewildanek derketina Ewropayê di deyayê de jî bimrin.

Ji alîkî jî wîzareya fêrkirinê ya Tirkî destûr da ku zarokên Sûrî di dibistanên hikûmetê de hîn bibin ji Îlona 2014an de, lê hîn alîkarî ji kesên ku bi Tirkî n’axivin re kêm e.

Ji alîkî din ve jî hejmara dibistanên ku bi zimanê Erebî hîn dikin kêm e.

di wextê ku gelek zarok mecbûr in ku bixebitin da ku alîkariya malbatên xwe ji bo jiyanê bikin.