ŞERÊ FARQÎNÊ BI HEZARAN XELK DA KOÇBER KIRIN

13 November 2015 12:29 am 373 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Li navçeya Farqînê ya Amedê ji ber şer û pevçûnên li navçeyê diqewimin heta niha zêdetirî 10 hezar kesan koçber bûne.

Serokê kooperatîfa kefîlî û krediya pîşekar û esnafan (Muhittin Kan) ji ajansa DHAyê ya Tirkî re ragihand ku li navçeya Farqînê zêdetirî 10 hezar kesan tiştek bi xwe re nebirin û navçe terk kirine.

Muhettin Kan diyar kir ji ber şer û pevçûnan nêzîkî 10 kargehan rastî zerare hatine û got, heta 20 salên din jî esnafê Farqînê ser xwe nayên.

Ji aliyê din ve Qeymeqamê Farqînê Murat Kutuk jî da zanîn, gelek kes ji neçarî koçber bûne û got, ji bo alîkariya ew hewl didin.

Hate zanîn ku rêyên taxa Tekel, Konak û Mescîtê ji aliyê polîsên Tirkiyeyê ve hatine girtin û polîsan ji bo operasyonê ew tax bi tankan dorpêçkirine.