RÛSYA RAGIHAND: ME TEDMUR BOMBEBARANKIR

3 November 2015 11:14 am 308 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Rûsya û cara yekemîn ku wiha radigihîne, ragihand ku DAIŞ li Tedmurê bombebarankir.

Artêşa Rûsî roja Duşemê û cara ewil ragihand ku deverin ji rêxistina DAIŞ re li navçeya Tedmurê li orta Sûrî bombebarankir.

Herweha di daxuyaniyekê de ji wîzareya parastina Rûsî re hate diyar kirin ku balafirên şer yên Rûsyayê nevçeyek parastinê ji rêxistina DAIŞ ya terorîst re bombebarankir û herweha çekin ku dijî balafiran tên bikar anîn ku li ba wan bûn teqandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku 237 armancên terorîstan di herdû rojên dawî de li Sûrî hatin topbaran kirin

Hêjayî gotinê ye ku ev cara yekemîn e ku Rûsya eşkere dike ku cîhên DAIŞ li Tedmurê topbaran kiriye.