MÎNAKÊN KOBANÊ LI CÎHANÊ

1 November 2015 10:48 pm 485 Views

FÊRGÎN MELEK

KOBANî Remza berxwedana Kurdistanê ye.

Kobanî : Navê berxwedana gelê kurd ya li dij dagirker /kolonîzatoran e. Navê berxwedane gelê kurd ya li dij paşverûtiya Rojhilata Navîn îslamîstan e. Navê berxwedana gelê kurd ya li dij AKP (sentêza Tirk-îslam), wahabî û Selefiyan e. Navê berxwedana gelê kurd ya li dij xwînxwarên gasikên destên welatên emperyal e.

Kobanî: Gernasiya Jina Kurd e. Jina kurd nasnameya Kurdistanê ye. Kobanî navê nasnameya jina kurd a azad e. Û li Kobanî berxwedana jina Kurd ya di çalakiya ARÎN MÎRKAN de cihan hejand.

Kobanî û mînakên wê li cihanê Tofana Nûh û Çiyayê Agirî (li ba me Cudî) Bi du navên pîroz „Gilgamêş û Uta Na Pîştîm“ mora xwe li dîroka mirovahiyê xist. Serhildana gelên Spanya ya li dij dîktator Franko di serhildana jinê û piştgiriya gelên Ewropê yên şoreşger deng da. Berxwedana St. Petersburg (Stalîngrad) ya li dij faşîzma Hîtler jî dîrok hejandibû.

Related Posts