HDP DÎTINEK LI DÛ HILBIJARTINAN

2 November 2015 9:59 pm 295 Views

ŞAHÎN SOREKLÎ

Navê HDP ne navekî ligor meraqa min e. Siyaseta bi rê ve dibir jî ne ligor meraqa min bû. Bêyî dirêj bikim, ligel dilsariya min ji shêweya dawîn ya siyasetkirina rêxistinê jî, kêfxwesh im ku HDP sînorê 10% derbas kir. Pîroz be.

Bêguman kesekî wek min maf niye daxwazên xwe li ser HDP ferz bike, lê ji ber ku li herêmên kurdî chalakvan e, hêviya min ew e ku kurmancîzimanên di nav HDP de rêxistinê bikin yeke ji bo berjewendiya xelkê herêmê û pêshvexistina mafên Kurdan, rêxisrineke ku bikaribe xwe ji ajîtasyonê, hêvotina zarokan û teqereqa propagandayî bi dûr xîne û li shûna wan metodên ligor sedsala 21emîn û cîhana pêshkevtî bi kar bihîne, metodên bi aqilmendiya kûr.

Heye ku ji bo chepên Tirkiyeyê têkbirina Recep T. Erdogan û AKP amanca serekî be, lê bi dîtina min a nuha ev ne amanca serekî ya bo berjewendia Kurdên bakur û ji mijara kurdî ya vê qonaxê sûdmend e.

HDP dikaribû bi 80 nûnerên parlemanê roleke mezin di nav karbidestiya li Enqereyê de leyiztibûya, dikaribû gellek destkevtin gîhandibûna doza Kurdan, lê ew fersend bi chakî bi kar nehanî û hindik ma sînorê ji sedî 10ê dengan jî derbas neke. Dem hatiye HDP kesên xwe fêrî xebata siyasî ya ligor demê û zîrekiya siyasî û dîplomatî bike û ji chalakiyên ajîtasyonê û birêxistina reshebayan bi dûr keve. Tûjkirina zihniyetê ji pêshvexistina zihiniyetê hêsantir e, lê ya ku mirovan digihîne amancên mezin zihniyeta pêshkevtî ye, ne ya tûj. Nûnerekî parlemanê, kî be û li ku be, bo nimûne, divêt li dû 4 salên di parlemanê de ji xwe bipirse: Min li hember baweriya xelkê bi min û destkevtiyên shexsî chi ji xelkê re bi dest xist?

Du rê li pêsh HDP hene: Bikarhanîna siyaseteke bo aramkirina rewshê, berfirehkirina mafan û pêshvexistineke ekonomî û civatî li deverên kurdî, yan domandina rêyên berê ku dê ne-aramiyê bidomîne û herêmên kurdî ji pêshkevtineke durist dûr bihêle.

Ne endamê chi partiyan im û wek Kurdekî ku bûn 50 sal ji Kurdistanê dûr e ne xwediyê chi mebest û qezencên siyasî me. Dîtinên li jor ji hestên min yên shexsî ne û ji bo amancên bash li vir dihên nivîsandin. Bi hêviya ku van peyvan bi shashî nehên wergerandin.