ERDOXAN HILBIJARTINAN QEZENC KIR, LÊ BAWERYA MILLETEKÎ WINDA KIR

3 November 2015 11:17 am 280 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Piştî hilbijartinên ku roja Yekşemê rû dan, û partiya Erdoxan tê de qezenc kirin, protesto bajarên Kurdan tijî kirin.

Roja Duşemê Erdoxan derket û ji dunyayê re got ku pêwîst e encamên hilbijartinê yên ku partiya wî bi 50 % ji dengan bi ser xist hurmet bike.

Di wextê ku agirê protestoyan herderî li Amedê tijî kir, ku protestovanan bi polîsan re şer kirin û lastîkan vêxistin û hin ji wan jî guleyan li ber ba berdan wekî neqebûlkirinekê ji encamên hilbijartinê.

Protesto ji ber bîroya pariya (HDP) destpê kirin û gotin ku dengên ku qezenc kirine dihêlin ku di perlemanê de bimînin li bi ferqek hindek (ku her partiyek gerek e bi kêmanî 10% ji dengan bistînin).

Di wextê ku yek ji protetovanan anî ziman ku :´´eger HDP dengên xwe venegerîne û nekeve perlemanê, dê şer li Tirkî biqewime, van dengên me dizîn´´.

Herweha polîsan jî hewildan ku rê li ber protestoyan bibirin û gazên hêsiran bikar anîn.

Hêjayî gotinê ye ku partiya Erdoxan AKP piraniya dengan di hilbijartinê de qezenc kirin û tê gotin ku dê komara nû hemû ji wan pêk were.