CÊŞ ELISLAM ELEWIYÊN SÎVÎL XISTIN QEFESAN Û XWE BI WAN PARAST(VÎDEO)

2 November 2015 9:11 pm 261 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Li Dûmayê çekdarên Cêş Elislam bi dehan sîvîlan ji Elewiyan xistin qefesan de û li kolanan belav kirin.

Navenda şopandina mafên mirovan a Sûrî ragihand ku ekdarên Cêş Elislam li bajarokê Dûmayê bi dehan sîvîlan ji Elewiyan xistin qefesan de û li kolanan belav kirin da ku xwe bi wan ji topbarana rêjîmê biparêzin.

Navendê da xuyanîn ku di her qefesekê de ji 5 heta 8 kesan de heye, û li gelek meydan û kolanên (Elxûta Eşerqiye) hatin belav kirin.

Ji aliyê xwe jî endamekê ji Cêş Elislam anî ziman ku ev kiryar armanca wê rê li ser rêjîmê bibire ku êdî navçeyên (Elxûta Eşerqiye) û bi taybetî Dûma bombebaran bike.

Dîlên girtî jî nameyek ji rêjîma Esed re ji qefesên xwe şandin ku bes topan bibarîne li ser sîvîlan, û ku bi dijberiyê re lihev were.

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan kuştî û birîndar ji welatiyên sîvîl di dema dawî de li Dûmayê ji dest bombeyên rêjîmê û balafirên Rûsyayê ketin.