6 ŞEHÎDÊN YPG LI GORÎSTANA ŞEHÎD XEBAT HATIN VEŞARTIN

6 November 2015 12:14 am 441 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Termên 6 şehîdên YPG yên li Hesekê bûbûn şehîd, li gorîstana şehîd Xebat Dêrîk hatin veşartin Bi hezaran Welatiyên bajarê Dêrik, Girkê Legê, herêmên Beravê, Koçeratan, Aliya cenazeyên şervanên YPG’ê Zafir Cintan (Ronî Xelîl), Luqman Yêldirim (Kemal Xêzan), Dawûd Esayn (Cîgerxwîn Çiya), Raman Hisên (Serhed Dêrik),Çeleng Elî (Argêş Qamişlo, Zefer Salan (Eşref Tolhildan) ên di operesyona rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Bi armanca oxirkirinê welatî li pêşiya Nexweşxaneya bajarê Dêrikê kom bûn.

Riseyê cenzeyên herşeş tekoşeran ji nexweşxaneyê wergirtin û bi karwanekî tirimpêlan berve Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Dema ku girseya gel gihîşt Goristanê şervanên YPG’ê darbestên tekoşeran hildan ser milan û birin Qada Goristanê, Merasîmê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û Endamên Asayîşê ve destpê kir.

Piştre Fermandarê YPG’ê Salih Dêrik axivî û sersaxî ji malbatên tekoşeran re xwest.

Dêrik diyar kir ku berxwedan ku va herşeş tekoşeran di kampanya ku QSD’ê ya ji bo qewîtandina çeteyan DAIŞ’ê ji Kantona Cizîrê dabûn de destpê kirin, nîşan dan,girêdana wan bi xeta tekoşeran re nîşan dide.

Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê axaftin hatin kirin.

Axaftvanan piştgiriya xwe ji bo hemleya Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kirin.

Di merasîmê de wezîqeyên herşeş tekoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Malbatên tekoşeran soza şopandina riya tekoşeran heta serkeftinê dan.

Hêjayî anîna ziman e ku cenazeyên herşeş tekoşeran bi tililî û dirûşmeyên “ şehîd namirin” li Goristana Şehîd Xebat hatin spartin.

 

Related Posts