600 KUŞTÎ DI MEHEKÊ DE TÊHEVA QURBANIYÊN BALAFRÊN RÛSÎ

1 November 2015 9:15 pm 293 Views

RIHAB NEWS – QEHREMAN HENÎF

Bakafirên Rûsya ji dema destpêka şerê wan li Sûrî, dora 600 kesî heta anha kuştin e.

Navenda şopandina mafên mirovan a Sûrî di têhevekê de ku wê çêkiriye, ragihand ku 595 kes bi danhevî hejmara kesên ku li ser destê balafirên Rûsî jiyana xwe ji dest da ne ji destpêka ketina wan Sûrî ku dora mehek çê bûye û heta anha.

Navendê diyar kir ku ji wan 595 kesan 185 kes welatiyên Sîvîl in ku di nav wan de 48 zarokên di bi n 18 salî de ne, û 46 jî jin in.

Di wextê ku 410 kesên din jî çedar in û ji wan jî 279 kes ji grûpên Islamî û Cebhet Elnusra ne û 131 kes jî ji rêxistina DAIŞ in.

Hêjayî gotinê ye ku piraniya deverên ku balafirên Rûsî kirin armanc ji xwe re ew deverên ku di bin destê grûpên Islamî yên çekdar bûn û yên ku rêxistina Cebhet Elnusra (Beşê Alqaîda) tê de bûn.