YPG: ENDAMÊN KÊMÎ 18 SALAN JI NAV XWE DERXIST (VÎDEO)

29 October 2015 4:31 pm 278 Views

RIHAB NEWS- DILŞAD EBDO

Li gorî ku navenda nûҫeyan ragihand ku YPG’ê 21 endamên ku temenên wan kêmî 18 salan bû ji xebatan derxist û ew radestî malbatên wan kir.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de wiha got:

“Li gorî hevpeymana Banga Cinev ku YPG’ê erê dike, kesên ku temenên wan kêmî 18 salan be, di nava hêzên YPG/YPJ’ê de nayên qeûblkirin.

Komîteya Şopandin û Lêgerînê ya girêdayî Fermandariya Giştî li gorî temenê qanûnî 21 endamên YPG’ê li Kantona Cizîrê ji ber ku mercên endamtiyê pêk nînin û temenê wan kêmî 18 salan bû ji xebatan hatin derxistin û bi awayekî fermî radestî malbatên wan hatin kirin.”

https://www.facebook.com/kawas2/videos/10153609310095569/?pnref=story

Related Posts