Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya “şaxê Hesekê”

31 October 2015 12:05 am 561 Views

RIHAB NEWS – Imran Yûsif

Roja şemê 24-10-2015 li bajarê Hesekê û li baregeha şaxê Hesekê yê yekîtiya nivîskarên kurd –Sûriya bîranîna 31 saliya koçbûna seydayê gewre Cegerxwîn hate vejandin bi amadebûna jimarek ji rewşenbîr , nivîskar ,nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û hin kesên ku guhdanê bi wêjeya kurdî dikin.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng ji bo giyanê seydayê Cegerxwîn û pakrewanên kurd û kurdistanê hate rawestandin. Pişt re mamoste “Imran Yûsiv” xwendinek bi navnîşan (pêlek ji deryaya Cegerxwîn ) xwend.

Di pişt re Helbestvanê hêja “Salihê Heydo” gotinek û helbestek li ser seydayê Cegexwîn pêşkêş kir.

Herweha hunermend û dengbêj “Xesan” bi dengê xwe û awazên tembûra xwe çend stranên ku ji helbestên seydayê Cegerxwîn bûn stra. Di nav re çend helbestvanan helbestên xwe xwendin ew jî ev bûn: Bawer can – Cindiyê xizan – Mişel Osman – umran menteş

Komîta ragihandinê ya şaxê Hesekê Yekîtiya Nivîskarên Kurd –Sûriya

57 4 6 3 2

Related Posts